''Heta dawiya nefesa xwe ezê dev ji te bernedim''

''Heta dawiya nefesa xwe ezê dev ji te bernedim''

Nobeda ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlona 2019ê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 363emîn.

 ya xwedî 4 zarokan e û ji bo keça xwe Şeyma Ceylan a terorîstên PKKê 7 sal berê bi xapandin ji Stenbolê revandibûn serê çiyê hêstiran dibarîne hêvîdare ku wê keça wê vegere.

Mutlu got, "Keça min heke tu min dibînî ji bo xatirê Xwedê vegere. Ez dizanim tu di bin fişarê de yî. Ez çawa li vêderê diqeherim, ez diizanim tu jî diqeherî. Keça min were. Deriyê me ji te re vekiriye. Heta dawiya nefesa xwe ezê dev ji te bernedim."

Îmmihan Nilifirka ku ji bo kurê xwe ji Stenbolê hatiye û beşdarî çalakiyê bûye anî ziman ku 5 sal e xeber ji kurê nesitendiye û got, "Min gelekî bêriya wî kiriye. Heke tu min dibîhîzî, bireve were. Xwe bispêre dewleta me û edaletê. Ez xwîşka te hatine pey te. Heta tu neyê em naçin. Em perîşan in, vegere were em li vê derê li benda te ne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE