"Heta dawiya salê em ê milyonek ciwanên xwe îstihdam bikin''

"Heta dawiya salê em ê milyonek ciwanên xwe îstihdam bikin''

Serok Erdogan: "Heta dawiya salê em ê milyonek ciwanên xwe daxilî navendên me yên perwerdeyê bikin û wan îstihdam bikin."

Serok Erdogan: "Em ê destûrê nedin ku ji ber fikrên îdeolojîk an jî sedemên din di navbera zarokên me yên qîz û dibistanên wan da dîwar bên avakirin."

Serok Erdogan: "Em ê destûrê nedin ku di kîjan temenê da dibe bila bibe rê li ber ewladên vî welatî bê girtin ku ew dîn, diyanet û çanda xwe hîn nebin."

Serok Erdogan: "Bi vekirina lîseyên teknîkê yên Anadoluyê û pîşeyê yên navneteweyî va em ê him perwerdeyê bidin ewladên xwe û him jî em ê bidin ciwanên ji erdnigariya me."

Erdogan: "Di projeyên perwerdeyê yên ku dewleta me bi rê va dibe û ji hêla madî va wek bar hildide ser xwe da divê qada taybet jî destê xwe bike bin kevir û alîkariyê bike."

Serok Erdogan: "Armanca me ew e, hemû xwendekarên me yên ku perwerdeya pîşeyî dibînin, wexta xwendinê herî kêm qasî berkeda kêmtirîn dahatê bi dest bixin."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE