"Heta em bigihêjin armancê xwe em ê têkoşîna xwe bidomînin"

Serok Erdogan: "Heta bakurê Sûriyeyê bi kaniyên aştiyê cardin şîn bibe û em bigihêjin armancê xwe em ê têkoşîna xwe bidomînin."

"Heta em bigihêjin armancê xwe em ê têkoşîna xwe bidomînin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan der barê Herekata Kaniya Aştiyê da wiha got: "Heta bakurê Sûriyeyê bi kaniyên aştiyê cardin şîn bibe û em bigihêjin armanca xwe em ê têkoşîna xwe bidomînin."

Erdogan beşdarî Civîna 7emîn ya Konseya Hevkariyê ya Dewletên Tirkî Diaxivin (Konseya Tirkan) bû ku li Faîrmont Otelê hat lidarxistin.

Serok Erdogan destnîşan kir mixabin kotaya gumrukê li ber ticareta wan astenga herî mezin e û got ku divê wek Konseya Tirkan em kotayên di navbera xwe da rakin.

Erdogan der barê Herekata Kaniya Aştiyê da diyar kir heta niha qadeke qederê hezar kîlomêtroqere ji dagirkeriya rêxistina terorê ya cudakar rizgar kirine û wiha got: "Heta bakurê Sûriyeyê bi kaniyên aştiyê cardin şîn bibe û em bigihêjin armanca xwe em ê têkoşîna xwe bidomînin."

Serok Erdogan diyar kir di demeke kurt da wê herêma ji Minbicê heta sînorên Iraqê ewle bikin û got ku di destpêkê da milyonek û peyra jî 2 milyon penaberên Sûriyeyî hewl bidin ku bi dilê xwe vegerin mal û halê xwe.

Erdogan der barê meseleya Qerebaxa Jorîn da jî wiha peyivî: "Ji bona pirsgirêka Qerebaxa Jorîn di demeke kurt da bi rêyên aştiyane li gor esasê yekîtiya axa Azerbaycanê çareser bibe çi ji destê me were em ê bikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE