"Heta ez kurê xwe hilnedim ez ê ji vir neçim"

Nobeda ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

"Heta ez kurê xwe hilnedim ez ê ji vir neçim"

 Nobeda ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 297emîn.

Necibe Çiftçiya ku ji Şemdînliya Hekariyê ji bo kurê xwe Roşat Çiftçi ku 5 sal berê hat revandin, di çalakiya rûniştinê da berdewam e, diyar kir ku ewladekî revandin çiyê, kurekê wê yê din ku li birayê xwe yê revandî digeriya jî 3 sal berê bi destê rêxistina terorê PKKyê hat kuştin.

Çiftçiyê diyar kir ku 297 roj e têkoşîna wan a di kon da dewam dike û wiha got, "Kurekî min revandin çiyê, kurekî min jî şehîd kirin. Ez ê ji vir neçim, ez ê li benda kurê xwe bim. Heta ez kurê xwe hilnedim ez ê ji vir neçim."

- "Bira kurê min ji min ra bînin"

Songul Altintaşa dayik jî diyar kir ku heta ew kurê xwe Muslum hilnede, ew ê çalakiya xwe bi dawî neke û wiha dewam kir, "Kurê min gava çû eskeriyê, di rê da ji hêla PKKyiyan hat revandin. PKK, HDP yek e, eynî ne. HDP li vê derê piştgiriyê dide PKKyê. PKK jî ji çiyê piştgiriyê dide wan. Kurê min ji Tunceliyê revandine, anîne Diyarbekirê û ji vir jî şandine Qendîlê. HDP heger di navê da nebe, nikarin vê bikin. Ez kurê xwe ji HDPyê, ji PKKyê dixwazim. Bira kurê min ji min ra bînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE