''Heta keça min neyê ez ê ji vê derê ranebim''

''Heta keça min neyê ez ê ji vê derê ranebim''

Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dane destpêkirin, didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 427emîn.

Aydan Arslanê ku ji wan dayikan e, rahêştine wêneyên zarokên xwe û çalakiya xwe didomînin, diyar kir ku ew ê çalakiya xwe bidomîne da ku bigihîje keça xwe Aysunê.

Arslanê diyar kir ku ew keça xwe ji HDPyê dixwaze û wiha got, "Keça min çawa birine bira wisa jî bînin. Em ê çalakiya xwe bidomînin. Heta keça min neyê ez ê ji vê derê ranebim. Keça min heger tu min dibînî were."

Suleyman Aydin ku ji bo kurê xwe Ozkan di çalakiya rûniştinê da berdewam e, diyar kir ku ew di çalakiya xwe da bibiryar in.

Aydin bal kişand, wekî dê û bavên di nobedê da ew zarokên xwe ji HDPyê dixwazin.

Aydin diyar kir ku ew dixwaze kurê wî ji bo dewlet û welat bibe ewladekî bixêr û wiha bangî kurê xwe kir, "Kurê min were teslîmî hêzên ewlekariyê bibe, bira ev hesret bi dawî bibe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE