"Heta koka vîrusa koronayê nebire divê em her dem di nav amadehiyê da bin"

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "Heta li dinyayê koka vê nexweşînê nebire divê em her dem di nav amadehiyê da bin."

"Heta koka vîrusa koronayê nebire divê em her dem di nav amadehiyê da bin"

Erdogan bi vîdeo konferansê di civîna Lijneya Rêvebiriya Navendî ya AK Partiyê da axivî.

Serok Erdogan got ku di jimara nexweşên teze, jimara miriyan û nexweşên di unîteyên giran û yên girêdayî cîhaza bêhnhildanê da rewşa me ber bi başiyê va diçe û wiha axivî: "Tiştên di heyama şewbê da qewimîn xizmetên me yên girîng ên di qada tenduristiyê da û buxtanên davêjin me çiqas bêbingeh in nîşan dan."

Erdogan der barê vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da destnîşan kir heta li dinyayê koka vê nexweşînê nebire divê her dem di nav amadehiyê da bin.

Serok Erdogan got ku di demeke wiha da jî em bi hişmendiyeke tarî ra rû bi rû ne ku behsa derbeyê dikin û dixwazin serkeftinên me yên di warê tenduristî û diplomasiyê da qirêj bikin û wiha dewam kir: "Emê meydanê wê hişmendiya faşîst a ku sirf seba zirarê bide me dikare zirarê bide welatê xwe rêya xwe şaş kiriye ra nehêlin. Welatê me ji şewbê bigir heta operasyonên dijî terorê yên li dervayî welêt û êrîşên dijî aboriyê li gelek eniyan têkoşînê dide, lê mixabin pê ra jî em mecbûrî li hember dek û dolabên mixalefetê jî hewl didin."

Erdogan diyar kir piştî şewbê ne tenê têkiliyên siyasî û aborî yên kurewî, hişmendî jî wê têkevin pêvajoya xwenûkirinê.

Serok Erdogan got ku eek Îtifaqa Cumhur û AK Partî peywira me ye ku em hemleyên vê aliyê ku CHP serkêşiya wê dike û ji ser rojname û televîzyonan heta çapemeniya civakî piştgirên wê yên kêm nayê dîtin hene, vala derdixînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE