"Heta ku agirbest neyê binpêkirin, ji Libyayê ra eskerên zêde wê neyên şandin"

Çavuşoglu wiha got, "(Li Libyayê) heger agirbest were cîbicîkirin, me li hev kir ku niha pêwîstî pê tune ku tu kes şêwirmendê eskerî, yekîne an jî eskerên peretî yê ji welatên din bişînin. Herkesî soz da."

"Heta ku agirbest neyê binpêkirin, ji Libyayê ra eskerên zêde wê neyên şandin"

 Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ragihand, li Libyayê heta ku agirbest neyê binpêkirin, ji vî welatî ra şêwirmendên eskerî û yekîneyên zêde wê neyên şandin. 

Çavuşoglu roportaj da RÎAya ajansa nûçeyan a Ûris û li ser mijarên Libya, qeyrana Sûriyeyê û çavkaniyên vejenê yên Rojhilata Behra Spî sekinî.

Çavuşoglu diyar kir, der heqê Libyayê da li Berlînê wezîr wê civînê bikin û Almanya wê dîroka vê organîzasyonê kifş bike, civîna ku ew jî piştgiriyê didinê dibe ku di hefteya ewil a sibatê da were kirin.

Çavuşoglu bi bîr xist ku Neteweyên Yekbûyî (NY) ambargoya sîlahan daye ser Libyayê û ji bo Libyayê biryara tengavkirinê daye û wiha dewam kir: "Li gor biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya ku jimara wm 2259 e, li Libyayê ji bo îstiqrarê divê hemû dewletên endam bi aktorên din ra, ango bi Hafter ra têkiliyên xwe qut bikin, piştgiriyê bidin Hikûmeta Mitabaqatê ya Neteweyî û (Serokwezîr) Fayîz Serrac. Lê mijar û krîtera herî girîng rawestina pevçûnan û agirbest e. Heta ku her kes guh bide agirbestê û binpê neke, em ê behsa tengavkirinên dijî Libya an jî welatên din nekin, em ê li ser pêvajoya siyasî û lezandina vê pêvajoyê bisekinin."

"Libyayî divê bi hev ra bixebitin" 

Çavuşoglu li ser yekîneyên eskerî yên Turkiyeyê yên li Libyayê jî daxuyanî dan û ragihand ku ew ê hejmara eskerên xwe yên li vî welatî zêde nekin.

Çavuşoglu wiha got, "(Li Libyayê) heger agirbest were cîbicîkirin, me li hev kir ku niha pêwîstî pê tune ku tu kes şêwirmendê eskerî, yekîne an jî eskerên peretî yê ji welatên din bişînin. Herkesî soz da."

Çavuşoglu diyar kir ku civîna komîteya eskerî ya bi formata 5+5 ku dê li Genevayê li ser mijara Libyayê were kirin dê ji bo agirbestê giring be.

Çavuşoglu herwiha bal kişand ku ji bo bihêzkirina baweriya di navbera Xelîfe Hefter û Fayîz Serac da ev civîn zehf giring e û wiha dewam kir:

"Hevdîtina ewil helbet giring e, me piştgirî da vê hewildanê. Hêvîdar im ev dê bi kêr were. Libyayî divê bi hev ra bixebitin. Ji bo aştiyeke mayînde û herwiha ji bo agirbest û çareseriya siyasî ya mayînde divê bi hev ra bixebitin."

Çavuşoglu got ew mijara Libyayê jî wek mijara Sûriyeyê ya bi pêvajoya Astanayê va hat plankirin organîze dikin, ji ber vê him li Stenbolê û him jî li Moskovayê bi beşdariya Turkiye û Rûsyayê va civînên Libyayê dikin.

Wezîr Çavuşoglu got di civîna eskerî ya ku mijara wê Libya ye û wê li Genevayê bê kirin da ew dixwazin alî di nav xwe da hevdîtinan bikin, lê heke di dahatûyê da alîkarî an jî navbeynkarî hewce bike NY divê beşdarî van xebatan bibe.

Çavuşoglu anî ziman heke NY hewce bibîne, Turkiye û Rûsya ji bo alîkariyê amade ne û wek mînak jî mijara Sûriyeyê û alîkariya Turkiye û Rûsyayê ya ji bo avakirina komîteya zagona bingehîn nîşan da.

Wezîr Çavuşoglu got civîna duyem a Komîteya Zagona Bingehîn a Sûriyeyê ji ber şertên rejimê pir bihêvî derbas nebe jî ev komîte xebatên xwe didomîne û wiha dewam kir: 

"Komîte ji ber ku hebûna xwe didomîne divê em destûrê bidin ku Sûriyeyî li ser destûra xwe ya bingehîn bixebitin û ji bo welatê xwe verastkirinên destûra bingehîn bi xwe bikin. Heke ji me û yan jî ji civaka navneteweyî pêwîstiya wan bi fikr û ramana pisporekî hebe em dikarin vê alîkariyê bidin."

"Turkiye wê li gor wan mueyîdeyan tevnegere"

Çavuşoglu di nirxandina gavên mueyîdeyên Yekîtiya Ewropayê ku wê ji ber kar û xebatên çavkaniyên vejenê yên Turkiye li Behra Spî ya Rojhilatê diavêje nirxand.

Wezîr Çavuşoglu bibîr xist ku gelek biryarên mueyîdeyê yên Yekîtiya Ewropayê ji bo Rûsyayê hene û gelek welatên endam guh nadin wan biryaran û wiha pê da çû: "Turkiye wê guh nede wan mueyîdeyan. Lewra ji welatên namzed û yên hevdîtin bi wan ra tên kirin jî tê payîn ku guh bidin biryarên Yekîtiya Ewropayê."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE