Hevdîtina Serok Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Putîn ya beriya Lûtkeya Sêalî ya bi mijara Sûriyeyê dest pê kir.
Serok Erdogan: "(Li Sûriyeyê) Heke seba ji holê rakirina fikarên me yên ewlehiyê xizmetê bike em jî piştgiriyê didin fikra herêma ewledar."
Serok Erdogan: "(Herêma ewledar) Em kêfxweş in ku Rûsya jî vê fikrê erênî dibîne."
Serok Erdogan: "Heta ku PYD û YPG ji Minbicê ji rojhilatê Feratê neyên paqijkirin li Sûriyeyê yekîtiya axê nayê pêkanîn."
Erdogan: "Gelekî girîng e hevkariya li Îdlibê ji bo bikaranîna sehaya asîmanî hat nîşandan li herêma Efrîn û Herekata Mertala Firatê jî bê nîşandan."
Erdogan: "Divê xitimîna Komîteya Destûra Bingehîn bê çareserkirin. Em dikarin ku fikarên NYyê bidin ber çav û îlana komîteyê di demek kurt de bikin."
Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn: "Ez bawer im ku emê bi Tirkiyeyê re li Sûriyeyê ji bo diyaloga nav aliyan de lezdaniyeke nû bînin."
Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn: "Em dikarin ku bi xebatên çalak, berfireh û lihevkirinê xwe bigihînin hedefên li Sûriyeyê."
Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn: "Bi saya xebatên ku bi Tirkiyeyê re tên kirin me li Sûriyeyê pêşketinên girîng bi dest xistin."
Erdogan û Rûhanî hatin ba hev
Beriya Civîna Sêalî ya li ser Sûriyeyê ku di navbera Tirkiye-Rûsya-Îranê da tê kirin hevdîtina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî dest pê kiribû qediya...
Civîna Erdogan û Rûhanî ya Sanatoryum Rûsê dest pê kir ji çapemeniyê ra girtî dewam dike.