"Heta ku şewb xelas bibe divê em bi hev ra xebatên xwe bidomînin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan ji ber 14ê Adarê Cejna Tipê ji xebatkarên tenduristiyê ra nameyek nivîsî: "Heta ku şewb xelas bibe divê em bi hev ra xebatên xwe bidomînin"

"Heta ku şewb xelas bibe divê em bi hev ra xebatên xwe bidomînin"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ber 14ê Adarê Cejna Tipê ji xebatkarên tenduristiyê ra nameyek nivîsî.

Platforma Ji Kerema Xwe ya ku ji bo balê bikşîne mijarên civakî kampanyayek da destpêkirin ku ji xebatkarên tenduristiyê ra name bên nivîsandin.

Erdogan jî beşdarî vê kampanyaya ku dirûşmeya wê "Ji Yên Destan Nivîsîne ra Em Nameyê Binîvîsin" e bû û nameyek ji bo wan nivîsî.

Kesên ku dixwazin ji xebatkarên tenduristiyê ra nameyan binîvîsin dikarin heta meha nîsanê beşdarî vê kampanyayê bibin û li ser malpera "dijitalmektup.lutfenplatformu.org"ê nameyên xwe bigîhinin wan.

"Heta ku şewb xelas bibe divê em bi hev ra xebatên xwe bidomînin"

Serokomar Erdogan bi "Xwîşk û Birayê min ê delal"ê va dest bi nameya xwe kir, cejna xebatkaran pîroz kir û ji ber ked û xebata wan spasiyên dil pêşkeş kir.

Erdogan anî ziman xebatkarên tenduristiyê bi rojan neçûn mala xwe, ji malbat û hezkiriyên xwe ji dûr man ku welatiyên me yên nexweş bigîhîjin tenduristiya xwe.

Di nameya xwe da Erdogan wiha got: "Heta niha qasî 30 hezar canê me ji ber vîrusa koronayê mirin ku em dizanin têkoşîna me ya dijî wê hê xelas nebûye. Heta ku şewb xelas bibe divê em bi hev ra xebatên xwe bidomînin. Ji aliyekî va em gavên pêvajoya normal davêjin, li aliyê din va jî em ji bo ku pergala xwe ya tenduristiyê li ser piyan bihêlin em xebatan dikin. Ez her tim ji welatiyên xwe ra dibêjim bila guh bidin maske, paqijî û ji hevdu dûr sekinandinê û alîkariya me bikin."

"Emê piştgiriya xwe bidomînin"

 Erdogan spasiya xebatkarên tenduristiyê kir û got: "Ez careke din ji hempîşeyên we yên di têkoşîna dijî şewbê da mirine ra dibêjim rehma Xwedê li wan be û ji eqrebayên wan ra jî sebrê dixwazim. Wek heta îro ji vir şûn da jî înşallah emê piştgiriyê bidin we, ji hêla madî û manewî emê piştgiriya we bidomînin. Bi van hestan ve ez ji dil û can 14ê Adarê Cejna Tipê ya we û malbata we pîroz dikim, rojên aram, bi tenduristî û xweş ji bo we dixwazim."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE