''Heta niha 109 terorîst hatine berteref kirin"

Serok Erdogan got ku di Herekata Kaniya Aştiyê da heta niha 109 terorîst hatine berteref kirin"

''Heta niha 109 terorîst hatine berteref kirin"

Serok Erdogan:

"(Herekata Kaniya Aştiyê) Armanca vê operasyonê ew e ku feydeyê bidin yekîtiya axa Sûriyeyê û yekîtiya siyasî ya Sûriyeyê."

"Di 4 salên dawîn da li nav sînorên me 7 hezar û 500 û li dervayî sînorên me 8 hezar û 500 me bi tevahî 16 hezar terorîst berteref kirin."

 "Ji gavên ku em ji bona yekîtiya Sûriyeyê diavêjin xeber didin. Hela hûn xwe bidin alî em di rêya xwe da dimeşin."

"(Rexneyên dijî Herekata Kaniya Aştiyê) Bira Erebistana Siûdî pêşiyê li neynikê mêze bike. Kê Yêmenê anî vî halî?"

 "Şexs tên û diçin, lê doz her dem baqî ye. Ji bona AK Partiyê siyaset ev e û wê her dem jî wiha be."

"Di 4 salên dawîn da li nav sînorên me 7 hezar û 500 û li dervayî sînorên me 8 hezar û 500 me bi tevahî 16 hezar terorîst berteref kirin."

 "Ji gavên ku em ji bona yekîtiya Sûriyeyê diavêjin xeber didin. Hela hûn xwe bidin alî em di rêya xwe da dimeşin."

"(Rexneyên dijî Herekata Kaniya Aştiyê) Bira Erebistana Siûdî pêşiyê li neynikê mêze bike. Kê Yêmenê anî vî halî?"

"Em vê têkoşîna xwe ya bi rûmet li dijî DEAŞê jî, PKKê jî, YPGê jî û PYDê jî didomînin û em ê bidomînin."

"Beşar Esed li Sûriyeyê qasî milyonek mirov kuştin, ew gelê wî bi xwe bûn."

 "Ji Fransa, Almanya, Hollandayê DEAŞî hatin Sûriyeyê. Me 5 hezar û 500 DEAŞî şandin cihên ku jê hatine."

 "Heke hûn operasyona me wekî "tevgera dagirkirinê" binirxînin karê me hêsan e, em ê deriyan vekin û 3,6 milyon penaberî ji we ra bişînin."

 "Di heyameke ku hêzên biyanî li ser axa Sûriyeyê ketine cirîdê Tirkiyeyê ji bona rê li ber terorê bigire dest bi herekatê kir û em rexneyên dijî herekatê qethiyen qebûl nakin."

 "Em ne bi xwîşk û birayên xwe yên Kurd ên li wê derê ra lê em bi rêxistina terorê ra têdikoşin. Belkî jî li ser axa wî welatî hêza meşrû ya ku cih digire bi tenê Tirkiye ye."

"(YE) Hûn tu carî dilsoz nebûn. Ji 1963î vir va we egle kir û got 'Me we hilda YEyê, emê hildin, filan û bêvan', hûn ne durist in."

 "Niha ew 300 hezar Kurdên ku ji Kobanê hatin welatê me, hê jî mêvanên me ne û li vê derê dijîn."

 "Gelê Sûriyeyê aqilê xwe bi nan û penêr nexwariye ku DEAŞê paşda bîne. Divê ev baş bê zanîn."

"Gotine ew ê 3 milyar ewroyê qismê duduyan neşînin. Tu we hetanî nika soza xwe bi cî anî? Na. Jixwe me di vê meşê da tiştek ji we nestand, me 40 milyar ewro xerc kir. Bi îzna Xwedê em ê ewqasî dîsa xerc bikin û di rêya xwe da bimeşin, lêbelê deriyan jî vekin."

 "Ji sala 2011an a ku qeyrana Sûriyeyê dest pê kir û vir va me hewl da ku pirsgirêka li welêt bi rêya demokrasiyê bê çareserkirin, heqên hemû aliyan bê dayîn."

 "Em ji gelê Sûriyeyê hezdikin. Derdê me li Sûriyeyê YPG, PYD û DEAŞa rêxistinên terorê ne. Tu pirsgirêka me û birayên me yên Kurd tune ye. Pirsgirêka me bi rêxistinên terorê yên ku li wir in ra ye."

Serokomar Erdogan got ku di Herekata Kaniya Aştiyê da heta niha 109 terorîst hatine berteref kirin

"Sedema herekatê ew e ku pêşiyê li dewleta terorê ya dixebitin li başûrê me ava bikin bibirin, em ji bo vê dixebitin."

"Di Parlamentoyê da jî komeke pişta xwe dide rêxistina terorê heye. Jixwe çavê wan heye, lê ew nabînin. Lê emê nîşanî wan bidin."

 "Pêşiyê roket avêtin herêma Xiristiyanên welatiyê Sûriyeyê lê dijîn paşê rabûn gotin "Tirkiye di ser sivîlan da bombeyan dibarîne" da ku tevliheviyê çêbikin. Yê ku bombe avêt hûn in."

"Em ji wan kesên ku li hemberî hemû rûdanên Sûriyeyê çavên xwe digirin, xwe kerr dikin û li Tirkiyeyê rexne girtinê ji xwe ra kirine kurm dixwazin ku bila bi ehlaq bin, aqlê xwe hildin serê xwe û bi wicdan tevbigerin."

 "Ez serî da Amerîka, bangî hemû dewletên NATOyê dikim. Em endamê NATOyê ne. Hûn xala 5emîn baş dizanin. Ev rêxistinên terorê êrîşî Tirkiyeyê dikin, hûn divê bêdeng nemînin. Heqê we tuneye."

"Ez bangî hemû endamên NATOyê dikim, di serî da jî bangî Amerîkayê... Em Tirkiye ne. Em welatekî endamê NATOyê ne. Ew madeya 5emîn pir baş dizanin. Dema rêxistinên terorê êrîşî, Tirkiyeya endamê NATOyê dikir, deng ji we derneket, hûn nikarin bêdeng bimînin."

 "Mîna herêmên di bin kontrola rejimê da tu kes naxwaze vegere herêmên ku di bin kontrola rêxistina terorê ya cudaxwaz da jî lewra mirov ji hêla zilmkariyê va wan herduyan wek hev dibînin."

 "Hê xebatên me yên ji bo herêmên em herekatê dibin ser dewam dikin. Dema saeta wê were emê li wê derê jî hêza Tirkiyeyê nîşan bidin."

"Yên ku newêrin derkevin pêş eskerên me cihên ku valahiyê dibînin êrîşî sivîlan dikin, rûyên xwe yên rastîn nîşan didin."

"Ez binê wê xêz dikim û dibêjim, armanca plana me ew e ku hemû kes careke din vegerin malên xwe." 

 "Ez bangî qaşo partiya siyasî ya ku bi piştevaniya rêxistina terorê ketiye parlementoyê dikim. Tu nikarî artêşa min mîna hêza dagirker nîşan bidî."

 "Çavê Tirkiyeyê di mal, milk û erdê tu kesî da tune. Niyeteke wisa ya Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê ya bi Tirkiyeyê ra tevdigere jî tune."

"(Herekata Kaniya Aştiyê) Em naxwazin di vê operasyonê da tu kes, bi taybetî jî sivîl zirarê bibînin."

"Di demeke pir kurt da em ê ji Minbicê bigre heta sînorê Iraqê hizûr û aramiyê bibin hemû herêmê û dawî li wan rojên reş ên ku ev 8 sal in gelê Sûriyeyê di nav da ye, bînin."

 "Welatê me hetanî nika bi fikra dibe ku têkildarê DEAŞê ne 17 hezar kesên piraniya wan welatiyên Tirkiyeyê nînin binçav kirin."

 "Ereb, Kurd, ji kîjan aliyê dibe bila bibe ji her kesê ku refên PYDyê terk kirine, ji bo mal, gund, bajêr û namûsa xwe biparêzin gav avêtine ra hembêza me vekiriye."

 "Tirkiyeyê tu carî li Sûriyeyê rêxistinên terorê neemilandiye û berevajiyê wê hertim serê wan hemûyan pelçiqandiye."

 (DEAŞî) Em ê yên lazim dike di girtîgehê da werin girtin bigrin, yên welatiyên din jî heke werin qebûlkirin bişînin welatên wan."

 "Di çarçoveya têkoşîna dijî DEAŞê da ji bo nêzî 77 hezar kesên ji 151 welatî me qedexeyê danî ku nikaribin bikevin Tirkiyeyê. Me 7 hezar û 600 kesên ku ji 102 welatan hatibûn û xwe gihandibûn welatê me jî dersînor kir. Hê jî li navendên paşveşandinê 851 kes li benda dersînorkirinê sekinîne."

 "Bi Herekata Kaniya Aştiyê va em ê rûpelek nû li ser dîroka xwe ya bi şeref zêde bikin."

 "Çawa ku em naxwazin DEAŞ careke din bibe bela serê me, welatên Ewropayê di serî da em naxwazin bibe belaya serê dinyayê jî. Li herêmên ketin destê me ji bo DEAŞiyan çi hewce bike, emê wê bikin."

"Dibê her kes pê bawer bike ku dema Tirkiyeyê kontrola herêmê hilda dest xwe DEAŞê carekî dîsa li herêmê dernekeve holê. Ez dixwazim ku di mijarê da garantiyê bidim dinyayê."

AA

Dîroka nûkirinê: 10 Cotmeh 2019, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE