"Heta niha dijî FETOyê 62 hezar û 730 operasyon hatine kirin"

Suleyman Soylu: "Heta niha dijî FETOyê 62 hezar û 730 operasyon hatine kirin. Ji Wezareta Karên Navxweyî 43 hezar û 648 kes hatine îxrackirin û 5 hezar û 225 kes jî ji wezîfeyê hatine dûrxistin."

"Heta niha dijî FETOyê 62 hezar û 730 operasyon hatine kirin"

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu: "Heta niha dijî FETOyê 62 hezar û 730 operasyon hatine kirin. Ji Wezareta Karên Navxweyî 43 hezar û 648 kes hatine îxrackirin û 5 hezar û 225 kes jî ji wezîfeyê hatine dûrxistin."

Soylu li Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclisê ji bona budçeya 2019an ya Wezareta Karên Navxweyî û saziyên eleqedar pêşkêşî kir.

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu destnîşan kir heta niha dijî FETOyê 62 hezar û 730 operasyon hatine kirin û got ji Wezareta Karên Navxweyî 43 hezar û 648 kes hatine îxrackirin û 5 hezar û 225 kes jî ji wezîfeyê hatine dûrxistin."

Soylu destnîşan kir di 2018an da dijî hemû rêxistinên terorê bi tevahî 109 hezar û 737 operasyon hatine kirin û got ku 12 hezar û 637 kes girtî ne û bi tevahî hezar û 609 terorîst hatine berterefkirin.

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu diyar kir ji 15ê Tîrmehê vir va 217 hezar û 971 kes hatine binçavkirin û got 16 hezar û 684 kesî ceza xwariye û 14 hezar û 750 kes jî hê girtî ne.

Suleyman Soylu destnîşan kir îsal 100 terorîstên qaşo "payebilind" hatin berterefkirin.

Soylu diyar kir ji ber operasyonên li dervayî sînor hatin kirin 278 hezar û 139 Sûriyeyî vegeriyan Cerablus, Ezez, Mane, El Bab û Efrînê.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE