"Heta niha rayên AK Partiyê yên hatine rastkirin 11 hezar û 109 e"

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Alî Îhsan Yavuz: "Ji 1ê Nîsanê heta niha ji ber rojanekirinên di 530 sandoqan da heta niha rayên AK Partiyê yên hatine rastkirin 11 hezar û 109 e."

Yavuz li Serokatiya Bajêr ya AK Partiyê ya Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist û der barê rewşa dawîn ya jimartina rayên li Stenbolê da axivî.

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Yavuz destnîşan kir ji 1ê Nîsanê heta niha ji ber rojanekirinên di 530 sandoqan da heta niha rayên AK Partiyê yên hatine rastkirin 11 hezar û 109 e.

Yavuz diyar kir di 5 hezar û 857 sandoqan da rayên betalkirî hatin jimartin û jê hezar û 641 ray yên AK Partiyê derketin.

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Alî Îhsan Yavuz destnîşan kir niha di qeydên Lijneya Hilbijartinê da ferq daketiye 19 hezarî û got ku lê hê rayên hatine rastkirin di pergalê da nehatine qeydkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Nîsan 2019, 12:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE