''Heta niha zirara ku gihiştiye rejimê hê destpêk e''

Serok Erdogan: "Heta niha zirara ku ji mirov û wesayîtan gihiştiye rejimê, hê destpêk e."

''Heta niha zirara ku gihiştiye rejimê hê destpêk e''

Serokkomarê Türkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan li Enqereyê beşdarî Civîna Meclisa Şêwirmendiyê ya Bajêr a AK Partiyê bû.

Erdogan di civînê da behsa Herekata Mertalê Biharê ya li Suriyeyê kir û wiha got: "Me operasyonên xwe ji 27ê Sibatê ya ku me 34 eskerên xwe şehîd dan pê va berfireh kir ku hemû yeqîneyên rejimê hedef bên girtin. Me vê operasyonê wek 'Herekata Mertalê Biharê' bi nav kir. Em bi biryar in ku nehêlin rêxistinên terorê sînorên me dorpêç bikin, çavê xwe berdin axa me, barê bi milyonan penaberan li ser pişta me bimîne."

- "Em naxwazin xwîn birije"

Serok Erdogan got ew naxwazin kes biêşe û wiha axivî: "Em naxwazin xwîn birije, kes biêşe û rûbirûyê janê bimîne, yên ku van hesasiyetên me weke lawaziyê bibînin, emê hê nû hêza xwe nîşanî wan bidin. Heta niha zirara ku gihîştiye mirov û wesayîtên rejimê, hê destpêk e. Em nîşanî van xafilan didin ku Türkiye dema hewce bike dibe dewleteke çawa mezin û serî natewîne."

- "Em xemgîn in ku ev yek gihîştiye vê noqteyê"

Ji bo operasyona li Suriyeyê dewam dike Erdohan wiha got: "Em xemgîn in ku ev yek gihîştiye vê noqteyê. Sersebebê vê yekê ew kes in ku siya hêzên ku dane paş xwe, wisa dizanin ku qey cuseyê wan e û li me gefê dixwin. Me çawa DEAŞ, PKK, FETO û hemû rêxistinên terorê ku çav berdane welatê me, dan sekinandin, em ê heman aqûbetê binîn serê rejima zalim jî. Em li Suriyeyê têkoşînê didin ku qeyrana mirovî ya ku bû sedema bi milyonan însan koçî welatê me bikin çareser bibe û em ewlehiya axa xwe biparêzin. Türkiye têkoşîna xwe ne bi bawerbûna bi welat û saziyeke din dide, lê bi dil, zend û mil, mirov û derfetên xwe bawer dibe û wisa didomîne."

Erdogan got kesên qesta eskerên Türkiyeyê kirine wê berdêla vê bidin û wiha dewam kir: "Yên ku ji van geşedanan dersê hilnadin û hê jî êrîşî çavdêrigehên me dikin, diyar e ku hişê wan hê nehatiye serê wan. Heke hêzên rejimê ji sînorên ku Tirkiyeyê diyar kiriye dernekevin, piştî demekê serê wan wê li ser milê wan nemîne. Deynê stûyê me ye ku em wan kesên ku qesda canê eskerên me kirine bikûjin.

- "Bi Rusya û Îranê ra tu derdekî me tune"

Erdogan got tu pirsgirêkeke wan bi Rusya û Îranê ra tune û wiha pê da çû: "Ez dixwazim dîsa bangî Rusya û Îranê bikim, li Suriyeyê tu derdekî me bi we ra tune."

- "Êdî heyama fedakariyê ya yekalî qediya"

Der barê koçberên ji Türkiyeyê ber bi sînorên Ewropayê diçin da jî Erdogan wiha got: Êdî heyama fedakariyê ya yekalî qediya. Ji wê saeta me sînorên xwe vekirin heta niha hejmara kesên ber bi Ewropayê va diçin gihîşt sed hezaran. Ev hejmar wê di nêz da bigîhîje milyonan."

- Divê em rûyê rastîn ê wan kesên ku nizanin şehîd kî ye nîşanî gelê me bidin"

Serok Erdogan Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu jî rexne kir û wiha axivî: "Em meydanê ji kesên ku xwe wisa nîşan didin wekî ku ji bo şehîdan li ber xwe dikevin, lêbelê gava devê xwe jî vedikin, bêhurmetiyê li têgeha şehadetê û xatirayên ezîz ên şehîdên me dikin ra nahêlin û em ê nehêlin. Me ev şehîd li Bedirê, Uhudê, Huneynê, Xendeqê, herwiha di dema Selçukiyan, Osmaniyan û Çeneqeleyê da jî dan. Ji vir pê va jî emê bidin, Kemal Beg. Divê em rûyê rastîn ê wan kesên ku nizanin kîjan alayê digirin, kîjan axê qirêj dikin, şûrê kê didizin, nizanin şehadet çi ye û şehîd kî ye bi hev ra nîşanî gelê me bidin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE