"Heta serê terorê bi temamî neyê perçiqandin dê aramî li herêma me nebe serwer"

Serok Erdogan got, "Heta serê terorê bi temamî neyê perçiqandin dê aramî li herêma me nebe serwer."

"Heta serê terorê bi temamî neyê perçiqandin dê aramî li herêma me nebe serwer"

Serokkomarê Türkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî civîneke hevbeş a çapemeniyê li dar xistin.

Serokomar Erdogan anî ziman ku ew giringiyê didin yekîtiya siyasî û yekparçeyiya axa Iraqê û got, "Em amade ne di çarçoveya jinûve îmara wê de her cure piştevaniyê bidin. Bêyî cudakariya mezhebî û etnîkî em temamê gelê Iraqê weke birayê xwe yê ji dê û bav dibînin."

- "Heta serê terorê bi temamî neyê perçiqandin dê aramî li herêma me nebe serwer"

Erdogan herwiha destnîşlan kir ku ew digel cenabê Kazimî rêkketine ku têokaşana xwe ya li dijî dijminên me yên hevbeş DEAŞ, PKK û FETOyê bidomînin û got, "Ne Türkiye, ne Iraq ne jî Sûriye di siberoja yekê ji wan jî cihê rêxistina terorê ya cihêxwaz tune ye. Heta serê terorê bi temamî neyê perçiqandin dê aramî li herêma me nebe serwer."

- Em dixwazin nefta Kerkûkê jinûve derkeve piyaseya cîhanê

Serokomar Erdogan bal kişand ser têkiliyên aborî yên di navbera Türkiye û Iraqê de û wiha got, "Em dibînin ku emê bi asanî bigihijin hedefa xwe ya qebareya 20 milyar dolarî ya bazirganî digel Iraqê. Em dixwazin bi tamîrata xeta neftê ya ku DEAŞê texrîb kiribû, nefta Kerkûkê jinûve û bi miqdareke zêdetir derkeve piyaseya cîhanê. Em weke Türkiyeyê tekezî li wê yekê dikin ku pêdivê av weke qadeke hevkariyê bê nirxandin, ne weke unsûreke lihevnekirinê."

- Civîna Konseya Stratêjîk a Ast Bilind dê li Iraqê bê lidarxistin

Erdogan tekezî li wê yekê kir ku dê civîna Konseya Stratêjîk a Ast Bilind dê li Iraqê bê lidarxistin û got, "Înşallah emê di demeke kurt de, civîna xwe ya Konseya Stratêjîk a Ast Bilind li Iraqê li dar bixin û serdaneke Iraqê bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE