Civîna Kordînasyonê ya Têkoşîna Dijî Koronavîrusê yaku bi serektiya SeroKkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hat lidarxistin, qediya.
Civîna ku li Koşka Çankayayê seat 14.20an bi axaftina Serokomar Erdogan destpê kir, 3 seat û 50 deqîqeyî ajot.
Serok Erdogan piştî civînê derbarê rênimayên nû yên derbarê koronavîrusê dest bi pêşkêşkirina gotarekê kir.
Erdogan: "Rîcaya min ji her take welatiyên me ew e ku heta tehdîda Kov'id-19ê nemîne, heta mumkun be ji malên xwe dernekevin."
Serokomar Erdogan: "Şewbên ku li cîhanê encamên wê yên gran hene, di heman demê de bûne sedema veguherînên mezi ên siyasî, sosyal, aborî."
Serok Erdogan: "Eşkere ye ku êdî dê ti tişt weke xwe nemîne, weke berê neçe."
Erdogan: "Em dikevin serdemeke nû de ku dê di pergala siyasî, civakî û aboriya kurewî de guherankariyên mezin çêbibin."
Erdogan: "Rojavayê bi dirêjên salan, xizmetên kamûyê yên sereke dewrî sektora taybet kirin, di esil de ji nav çavê xwe avêt û welatiyên xwe bê xwedî hiştin."
Erdogan: "Em weke welatekî di îstiqameta ku cîhanê berê xwe dayiyê de, em gelekî rê çûne û înşallah emê sedsala 21ê bikin sedsala Tirkiyeyê."
Erdogan: "Di cîhanê de heta îro hejmara kesên ku Kovîd-19 di wan de tesbît bûye gihişt 200 hezarî, hejmara kesên ku mirin jî nêzîkî 8 hezaran e."
Erdogan: "Tirkiye hê ji serî de pêşhatên derbarê vê nexweşiyê ji nêzîk ve dişopand, rênimayên xwe jî bi xurtî xistin rewacê."
Erdogan: "Amadekariyên pirsên ezmûna Derbasbûna Lîseyan û ya ketina zanîngehan, dê li gorî pêvajoyên tatîlê bên kirin."
Serok Erdogan ragihand ku îro tayîna 20 hezar mamostayên din kirine.
Erdogan: "Me teftîşên dijî fîrmeyên ku hewl didin kelûpelan bi buhayên fahîş bifiroşin, zêde kirin û me mueyyideyên cezayî xistin rewacê."
Erdogan: "Me ew firset neda û em nadin wan muhterîsên ku kefa destê xwe bi hev difirkandin û li hêviyê bûn ev vîrus Tirkiyeyê dîl bigire."
Serok Erdogan: "Rêbaza herî serkeftî ya xweparastina ji Kovîd-19ê, ew e ku hemî kes xwe bi xwe tedbîrê bistîne. Mafê kesî tune ku tendirustiya temamê civakê biavêje xetereyê."
Erdogan: "Heke em hemî pêkve bibin pabendê rênimayên ku hatin ragihandin, em dikarin pêvajoya di mal de mayinê bi 3 hefteyan sînordar bikin."
Erdogan: "Weke dewletê ji bo di demeke kurt de ev tehdîda vîrusê berteref bibe, me hemî îmkanên xwe seferber kirin."
Erdogan: "Rîcaya min ji her take welatiyên me ew e ku heta tehdîda Kov'id-19ê nemîne, heta mumkun be ji malên xwe dernekevin."
Erdogan: "Heta ev tehdîd ji holê rabe heke mecbûriyet nebe pêdivê welatiyên me ji malên xwe dernekevin, temasî tu kesî nekin."
Erdogan: "Bi xebata ku dê ji Stenbol û Enqereyê destpê bike, emê maske û qolonyayê li hemî ixtiyarên xwe yên bi ser 65 salan belav bikin."
Serok Erdogan: "Saziya ku qeyranê herî zêde tesîr lê kir Turkish Airlines e, Emê piştevaniya pêwîst bo wê pêşkêş bikin."
Serok Erdogan: "Em xebatên geşepêdana vaksînê û dermanan dijî Kovîd-19ê didomînin."
AA