"Heta vaksîna me ya xwemalî amade bibe, emê pêdekirina vaksînan ji derveyî welêt bidomînin"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan derbarê vaksînên Kovîd-19ê de got, "Heta vaksîna me ya xwemalî ya ku xebatên wê berdewam in, amade bibe, emê pêdekirina vaksînan ji derveyî welêt bidomînin."

"Heta vaksîna me ya xwemalî amade bibe, emê pêdekirina vaksînan ji derveyî welêt bidomînin"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan derbarê vaksînên Kovîd-19ê de got, "Heta vaksîna me ya xwemalî ya ku xebatên wê berdewam in, amade bibe, emê pêdekirina vaksînan ji derveyî welêt bidomînin."

Erdogan got, "Em biryardar in, ji bo ciwanan, Türkiyeyeke mezin û hêzdar ku bikaribin vîzyonên 2023yan li ser ava bikin, mîras bihêlin. Ewên ku dîtin nikarin çog li Tirkî bişkînin, êdî hewl didan ku di warên dîplomasî û aboriyê de dorpêçê bikin, lê me ew jî bi hêzdarkirina çaksaziyan, pûç kirin. Em biryardar in, di pergala nû ya aborî û siyasî de ku bi pandemiyê re xurt bû, Türkiyeyê derxin mistewaya wê ya rewa. Weke hemî karên ku di berjewendiya welatê me de ne, em wan kesên ku hewl didin çaksaziyên me bi dijmindariyeke reşkorane sabote bikin, rewaneyî teqdîra gelê xwe dikin."

Serokomar Erdogan derbarê vaksînên Kovîd-19ê got, "Heta weke îro hejmara vaksînan gihişt 11 milyon û 500 hezarî. Dijwarî û kêmasiyên di zencîra tedarikê de digel lawaziyên ewlekariyê yên ku li gelek welatan tên dîtin, li Türkiyeyê rû nedan. Heta vaksîna me ya xwemalî ya ku xebatên wê berdewam in, amade bibe, emê pêdekirina vaksînan ji derveyî welêt bidomînin."

Erdogan bal kişand ser rênimayên Kovîd-19ê û got, "Me biryar da em sepanên heyî yên li bajarên me maweyeke din bidomînin û pêşhatan ji nêz ve bişopînin. Bi pabendiya tedbîran, emê teftîşên peywendîdar bi awayekî tundtir biajon û pêvajoyê ji nêz ve bişopînin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE