“Hetanî kurê xwe hilnedim ji vê derê naçim“

“Hetanî kurê xwe hilnedim ji vê derê naçim“

Dayikên Diyarbekirê yên ji bo bigihîjin ewladên xwe yê revandine çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dikin bangî zarên xwe kirin ku bira teslîmî hêzên ewlekariyê bibin.

Çalakiya rûniştinê ya malbatên ji revandina çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirsyar digrin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 695an da dewam dike.

Mevlude Uçdaga ji bo Ramazanê kurê xwe çalakiyê dike got hetanî negihîje kurê xwe ew ê ji pêşiya avahiya bajêr a HDPyê ranebe.

Uçdagê destnîşan kir ku ew ê çalakiyê bi biryardarî bidomîne xw wiha axivî: "Hetanî kurê xwe hilnedim ji vê derê naçim. PKK belav dibe. Zarok êdî ji destê PKKyê direvin. Dayikên li vê derê dibînin, dayik xwedîheq in, HDP sûcdar e."

Uçdagê bangî kurê xwe kir û wiha pê da çû: "Kurê min heke min dibînî an jî dibihîzî xwe li dengê min bigrê. Ez ê li vê derê li benda te bim. Deriyê min ji bo te hetanî ser piştê vekirî ye. Hetanî te hilnedim ji vê derê naçim. Were ji wê cihnemeyê xilas bibe."

Suleyman Aydinê ji bo Ozkanê kurê xwe çalakiyê dike jî got dixwaze bigihîje ewladê xwe.

Aydin got zarên xwe dixwazin û wiha axivî: "Em gişt li vê derê ne û çavên me li rêya zarokên me ne."

Aydin destnîşan kir ku ew ê hetanî dawiyê çalakiyê bidomînin û bang, kurê xwe kir ku bira teslîmî hêzên ewlekariyê bibe.

Aydin wiha got: "Kurê min teslîmî hêzên ewlekariyê bibin. Êdî ev hesreta bi dawî bibe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE