Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu bi Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov ra civiya.
Lavrov bi minasebeta ziyareta xebatê hat Tirkiyeyê û ew û Çavuşoglu li Kulliyeya Serokomariyê rûniştin.
Di çarçoveya ziyaretê da tê payîn ku digel têkiliyên du alî û mijarên herêmî û li ser Behra Reş rêwîtiya ewledar a tankerên dexl û den, ketin û derketina ewledar a Behra Reş û lîmanan û fikarên li ser vê mijarê yên Rûsya û Ukraynayê werin rojevê.AA