Hevdîtina Çavuşoglu û Seehofer

Çavuşoglu bi Wezîrê Karên Navxweyî yê Almanyayê Seehofer ra hevdîtin kir

Hevdîtina Çavuşoglu û Seehofer

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu bi Wezîrê Karên Navxweyî yê Almanyayê Horst Seehofer ra hat bal hev.

Çavuşoglu di parvekirina xwe ya ji ser Twîtterê da got ku "Em di hevdîtina xwe da li ser ziyareta mêvanên me yên Alman ên Tirkiyeyê yêa bi tendurist û ewledar, têkoşîna hevpar a dijî PKK û FETOya rêxistinên terorê, koça bêdestûr, êrîşên nijadperest jî di nav da çalakiyên dijî civaka Tirk ên li Almanyayê sekinîn."

Wezîr Çavuşoglu li Berlîna ku ji bo ziyareta xebatê lê ye bi Heiko Maasç Wezîrê Karên Derva yê Almanyayê ra jî hevdîtin kiribû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE