Hevdîtina Sererkan Guler û Dunford

Dunford hefteya borî li Bruksela paytextê Belçîkayê di çarçoveya Civîna Sererkanên NATOyê de bi Guler re carek din hevdîtin kiribû.

Hevdîtina Sererkan Guler û  Dunford

Hat ragihandin ku Sererkanê Amerîkayê Orgeneral Joseph Dunford bi Sererkan Orgeneral Yaşar Guler re bi telefonê axivî û di axaftinê de li ser rewşa ewlehiyê ya li Sûriyeyê sekinîn.

Berdevkê Sererkaniya Amerîkayê Albay Patrîck Ryder der barê axaftinê de daxuyanî da û got ku "Her du fermandar der barê rewşa ewlehiyê ya li Sûriyeyê û girîngiya hevkariya di mijara Amerîka û Tirkiyeyê de ya ji bo ku DEAŞ bi awayekî mayînde têk biçe bê kirin de axaftinek kirin."

Ryder bal kişand ku Tirkiye û Amerîka wek hevkarên NATOyê dê sûdwergirtina ji têkiliya eskerî ya çendî salan bidomîne û da zanîn ku Orgeneral Dunford weadên Amerîkayê yên der barê ewlehiya Tirkiyeyê de dubare kirin.

Dunford ji bo ku telîmata ji Sûriyeyê paşvekişîna Amerîkayê ya Donald Trumpê Serokê Amerîkayê binirxîne çêbû Enqereyê û wir bi hemtayê xwe Sererkan Gule û Wezîrê Parastine Neteweyî Hulusî Akar re hatibû bal hev.

Dunford hefteya borî li Bruksela paytextê Belçîkayê di çarçoveya Civîna Sererkanên NATOyê de bi Guler re carek din hevdîtin kiribû.AA

Dîroka nûkirinê: 29 Çile 2019, 17:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE