Serok Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî qebûl kir.
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu pêşwazî li Serokê HKIyê Barzanî kir
Hevdîtina Erdogan û Barzanî li Kuliyeya Serokkomariyê ji çapemeniyê ra girtî saetek û 15 deqîqeyî ajot.
- Barzanî îro ji aliyê Çavuşoglu va jî hatibû pêşwazîkirin
Çavuşoglu li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyandibû ku pêşwazî li Serokê HKIyê Nêçîrvan Barzanî û heyeta pê re kiriye û gotibû "Di serî de têkoşîna hevbeş a dijî PKKyê, me mijarên weke têkiliyên xwe yên dualî gotûbêj kirin."
AA