Hevdîtina Serok Erdogan û Putin

"Ewropa ji ber bênavber ji Rûsyayê bo Ewropayê herikîna xaza sirûştî divê minetdarê Türkiyeyê be"

Hevdîtina Serok Erdogan û Putin

Vladimîr Putînê Serokdewletê Rûsyayê got ku Ewropa ji ber ji Rûsyayê bênavber bo Ewropayê herikîna xaza sirûştî divê minetdarê Tirkiyeyê be. 

Putîn di serê hevdîtina xwe ya bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra ya li Sanatoryuma Ûris a li bajarê Soçiyê axivî û behsa mijarên dê bên mizakerekirin kir. 

Putîn diyar kir ji ber ku Erdogan li Rûsyayê diezimîne gelekî kêfxweş e û got ku li Tehrana paytextê Îranê mijara hevdîtina îro da li hev kirin. 

Putîn behs kir ku beriya vê hevdîtinê heyeta hikûmeta Ûris a ji aboriyê berpirsyar bi daweta Erdogan berî hevdîtina dê îro bê kirin Tirkiyeyê ziyaret kirin û da zanîn ku li Tirkiyeyê heyetan bi berfirehî li ser hemû aliyên girîng ên hevkariya dualî sekinîn. 

"TurkAkimi bêkêmasî xebata xwe didomîne"

Putîn destnîşan kir ku hecma bazirganiya di navbera herdu welatan da par ji sedî 57 zêde b û da zanîn ku heta gulan jî di nav da di mehên ewil ê îsal da hecma bazirganiyê du qat zêde bû. 

Putîn ragihand ku gelek projeyên stratejîk ên herdu welatan çêkirine hene. 

Putîn Santrala Hêza Nukleerê ya Akkuyuyê û projeyên di warê vejenê da bi bîr xist û wiha axivî: 

"Ez bi feyde dibînim ku vê bibêjim; xeta projeya xaza sirûştî ya TurkAkimiyê ku me demek berê înşeara wê temam kir bû yek ji xetên girîng ên ku xaza sirûştî ya Ûris seqî ewropayê dike. TurkAkimi li gor xetên din ên ku xaza sirûştî sewqî aliyê din dikin bi rêk û pêk û bêkêmasî dixebite. Tenê xaza sirûştî sewqî Tirkiyeyê nake, xaza me digihîne bikarhênerên Ewropayê jî. Ewropa ji ber bênavber ji Rûsyayê bo Ewropayê herikîna xaza sirûştî divê minetdarê Tirkiyeyê be."

Putîn destnîşan kir ku bêyî ku tu pirsgirûêk derkevin neft, komir û xaza sirûştî îxracî Tirkiyeyê dikin. 

Ji ber piştgiriya wî ya ji bo sewqiyata dexlê spasiya Erdogan kir

Putîn destnîşan kir ku bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Tirkiyeyê pirsgirêka der barê ji bendergehên Behra Reş sewqiyata dexlê Ukraynayê hat çareserkirin û sewqiyatê dest pê kir û ji ber hildana van tevdîrên pakêtê spasiya Erdogan kir. 

Putîn diyar kir ku berhemên xurekê û gubreya Ûris bi vî awayî karî bê firotin û wiha axivî: "Ev mijar bi taybetî ji bo welatên pêş dikevin mijareke girîng e. Ev welat mijara berhemên xurekê û sewqiyata gubreyê da bi pirsgirêkên mezin ra rû bi rû ne. Ji bo wan hemû welatan biryarên mîna vî yên ku bi beşdariya we hatin hildan girîng in. Ez ji ber vê spasiya we dikim."

Putînê Serokdewletê Rûsyayê got di çarçoveya lihevkirinên ku heyeta Ûris çend roj berê li Tirkiyeyê kirin hêvî dikin ku îro di navbera herdu welatan da ji bo pêşxistina têkiliyên bazirganî û aborî zebteke mutebeqatê bê îmzekirin. 

Putîn bal kişand ku dê di hevdîtina wî ya bi Erdogan ra derfet çêbe ku mijarên elwehiya herêmê guftûgo bikin û got ku "Di serî da qeyrana Sûriyeyê em ê li ser mijarên herêmî bisekinin. Tirkiye û Rûsya ji bo normalîzekirina rewşa wir gelekî piştgiriyê didin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE