Hevdîtina Serok Erdogan û Putin

Hevdîtina Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn dest pê kir.

Hevdîtina Serok Erdogan û Putin

 Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got: "(Bi Rûsyayê ra) Di gelek mijarê wek siyasî, eskerî û aborî da dan û standina fikra, dikare me xurt bike." 

Erdogan beriya hevdîtina bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn a li Rezîdansa Serokatiya Dewletê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Erdogan bi spasiya Putîn ra dest bi axaftina xwe kir.

Serok Erdogan bi bîr xist ku ew di demeke kin da li Soçiyê, li Stenbolê û li Tehranê bi hemtayê xwe Putîn ra gelek caran hatiye bal hev û wiha axivî: "(Bi Rûsyayê ra) Di gelek mijarê wek siyasî, eskerî û aborî da dan û standina fikra, dikare me xurt bike. Bi taybetî di mijarên herêmê da hevkariya me wê hêviyê bide herêmê. Ez wisa bawer dikim niha ne bi tenê çavê herêmê, çavê dinyayê jî îro li Soçiyê ye. Daxuyaniya ku wê ji Soçiyê derkeve ez bawer dikim ku wê ji herêmê ra jî bibe hêviyeke pir cuda."

Di vê navberê da Putîn û Erdogan beriya herin salona ku wê hevdîtinê bikin, li ser piyan hinekî sohbet kirin.

Ji heyeta Tirkiyeyê Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Berat Albayrak, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Fatîh Donmez, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û Wezîrê Bazirganiyê Ruhsar Pekcan, Serokê MÎTê Hakan Fîdan, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin û Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettîn Altun li cihê civînê amade bûn.

Ji heyeta Rûsyayê jî Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Wezîrê Vejenê Aleksandr Novak, Wezîrê Parastinê Sergey Şoygu, Berdevkê Kremlînê Dmîtrîy Peskov li cihê hevdîtinê cihê xwe girtin.

Piştî wêne û dîmenên hatin kişandin hevdîtina Erdogan û Putîn ji çapemeniyê ra girtî dewam dike.

Dîroka nûkirinê: 17 îlon 2018, 16:11
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE