Hevdîtina Serokê HKIyê Barzanî û Mîrê Qeterê Al Sanî

Mîrê Qeterê Al Sanî û Serokê HKIyê Barzanî li ser xurtkirina tevkariyê hevdîtin kir

Hevdîtina Serokê HKIyê Barzanî û Mîrê Qeterê Al Sanî

Mîrê Qeterê Şêx Temîm bîn Hamed Al Sanî û Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî  li ser tevkarî û mijarên hevpar ên girîng sekinîn.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Dîwana Mîrektiyê hat dayîn, Mîrê Qeterê Al Sanî û Serokê HKIyê Barzanî li paytext Dohayê hatin bal hev.

Di civînê da li ser rêyên xurtkirina têkiliyên her du aliyan sekinîn û mijarên hevpar ên girîng guftûgo kirin.

Barzanî di çarçoveya ziyareta xwe ya Dohayê da duh bi Wezîrê Karên Derva yê Qeterê Mihemed bîn Ebdurrehman ra jî rûniştibû.

Der barê dema ziyareta Serokê HKIyê Barzanî da agahî nehat dayîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE