Hevdîtinên 18mîn ên Astanayê

Hevdîtinên 18mîn ên Astanayê yên mijar Sûriye ye di 14-16ê Hezîranê da wê li Qazaxistanê bên kirin

Hevdîtinên 18mîn ên Astanayê

Hevdîtinên 18mîn ên Astanayê yên mijar Sûriye ye wê di 14-16ê Hezîranê da li Nûr Siltana paytextê Qazaxistanê bên kirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Qazaxistanê Aybek Smadiyarov diyar kir ku hevdîtinên Astanayê yên bi garantoriya Tirkiye, Rûsya û Îranê ji bo çareseriya qeyrana Sûriyeyê hatibû damezrandin meha pêş wê li Qazaxistanê bê kirin.

Smadiyarov got ku ew wisa plan dikin li paytext Nûr Siltanê di navbera 14 û 16ê Hezîranê da hevdîtinan bidin kirin.

Di berdewamiya axaftinê da Smadiyarov ragihand welatên di asta garantor û çavdêrên hevdîtinên Astanayê da ne bidin pesendkirin wan pêvajo jî da destpêkirin.

Herî dawîn 17mîn civîna hevdîtinên Astanayê yên bi garantoriya Tirkiye, Rûsya û Îranê ku di sala 2017an da ji bo qeyrana Sûriyeyê bê çareserkirin dest pê kiribûn di 21-22yê Berfanbarê da li Nûr Siltana paytextê Qazaxistanê hatibû kirin.

Di civînê da mijarên wek rewşa heyî ya li Sûriyeyê, gihandina alîkariyên mirovahî, berdêlîkirina girtiyan, berdana mehkûman û gelek mijarên din jî hatibûn nîqaşkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE