Hevdîtinên Albayrak ên li Emerîkayê

Berat Albayrak ligel nûnerên şîrketên veberhêner civiya

Hevdîtinên Albayrak ên li Emerîkayê

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak li dewletên yekbûyî yên Emerîkayê bi nûnerên banke û yên şîrketên herî mezin ên veberhênerê re civînek li dar xist. Albayrak got Tirkiye bi gavên qahîm ber bi armancên xwe yên sereke yên aboriyê ve dimeşe. Got me nexşeriya xwe ya ji bo avabûneke xurttir amade kir û bixin rewacê.”

Wezîrê xezîne û darayiyê Berat Albayrak li New Yorkê hin hevdîtin pêk anîn.

Albayrak bi nûnerên şîrketên veberhêner û rayedarên bankayan re civiya.

Herwiha ligel rayedarên saziyên darayiyê yên navneteweyî jî hevdîtin kirin.

Albayrak di hevdîtinan de ji bo veberhênan behsa bernameya Tirkiyeyê ya aboriyê kir.

Albayrak diyar kir piştî hilbijartina 24ê Hezîranê kordînasyoneke xurttir a pergala darayî û aboriyê ketiye rewacê.

Albayrak got Tirkiye bi gavên bixwebawer ber bi hedefên xwe yên aboriyê ve dimeşe.

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak:“ji ber ku binesaziya me ya aborî xurt e, vê pêvajoyê li me zêde tesîr nekir. Bi tecrube û îstîkrara me ya siyasî, aboriya me ji vê ezmûna aboriyê baş derbas bû. Niha haya me ji zor û zehmetiyên li pêşiya me heye. Lê belê ji bo em xurttir bibin me nexşerêya xwe amade kir û em ê nexşerêya xwe bi biryardarî bisepînin.”

Berat Albayrak di civînan de eşkere kir ku di nîşaneyên makro-ekonomîyê yên Tirkiyeyê de tu guherîna bingehîn çênebûye.

Her wiha Albayrak anî ziman ku hemû aktorên piyaseya kurewî dibêjin, ev pêvajo ne pêvajoyeke aborî ye.

Wezîr Albayrak li New Yorkê beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê jî bû ku ji aliyê saziyeke ramanan ve hat lidarxistin.

Dîroka nûkirinê: 28 îlon 2018, 16:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE