"Hevdîtinên bi heyeta eskerî ya Rûsyayê ra di rewşeke erênî da derbas bûn"

Nadîde Şebnem Aktop di daxuyaniya agahdarkirina çapemeniyê ya Wezareta Parastina Neteweyî da axivî.

"Hevdîtinên bi heyeta eskerî ya Rûsyayê ra di rewşeke erênî da derbas bûn"

Midûra Şaxa Têkiliyên Gel û Çapameniyê ya Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) Serheng Nadîde Şebnem Aktopê destnîşan kir ku hevdîtinên bi heyeta eskerî ya Rûsyayê ra di rewşeke erênî û baş da derbas bûn.

Nadîde Şebnem Aktop di daxuyaniya agahdarkirina çapemeniyê ya Wezareta Parastina Neteweyî da axivî.

Aktopê der barê hevdîtinên bi heyeta eskerî ya Rûsyayê ra wiha got: "Hevdîtinên ku îro wê temam bibin di rewşeke erênî û baş da derbas bûn."

Midûra Şaxa Têkiliyên Gel û Çapameniyê ya Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) Serheng Nadîde Şebnem Aktopê diyar kir bi Herekata Mertalê Biharê ra ji 3 hezarî zêdetir welatiyên Tirkiyeyê bi daxwaza xizmeta eskeriyê ya dildar serî li şaxên eskeriyê xistin.

Aktopê destnîşan kir li herêma Herekata Kaniya Aştiyê di nav meha dawîn da 155 terorîst hatine berterefkirin û wiha got: "Di nav meha dawîn da 37 terorîstên PKK/YPGyî ku dixwestin ji Minbicê derbasî herêma Mertalê Feratê bibin û 7 terorîstên PKK/YPGyî ku dixwestin ji Til Rifatê derbasî herêma Çiqlê Zeytûnê bibin hatin berterefkirin."

Nadîde Şebnem Aktopê der heqê têkoşîna dijî FETOyê da got ku ji 15ê Tîrmeha 2016an vir da 19 hezar û 75 personel hatin îxrackirin, der heqê 5 hezar û 183 personelan da pêvajoya edlî û îdarî dewam dike.

Aktopê diyar kir ciyên wan yên çavdêriyê yên li Îdlibê wezîfeya xwe didomînin û got ku çekên giran ji van deran nayên kişandin.

Midûra Şaxa Têkiliyên Gel û Çapameniyê ya Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) Serheng Nadîde Şebnem Aktopê der barê tevdîrên dijî vîrusa koronayê da got ku kamerayên termal danîne nîzamiyeyê û perwerde dane personelên li nîzamiyeyê wezîfeyê dikin.

AA

Dîroka nûkirinê: 13 Adar 2020, 16:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE