"Hevkariya NATOyê ya bi Tirkiyeyê ra ji F-35an gelekî kûrtir û berfirehtir e"

Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg beşdarî konferansa ewlekariyê ku bi destê Enstîtuya Aspenê li eyaleta Colorado ya Amerîkayê hat lidarxistin bû û mijara kirîna S-400an a ji aliyê Tirkiyeyê va nirxand.

"Hevkariya NATOyê ya bi Tirkiyeyê ra ji F-35an gelekî kûrtir û berfirehtir e"

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg got, "Tevkariya Tirkiyeyê ya ji bo NATOyê û Hevakariya NATOyê ya bi Tirkiyeyê ra ji F-35an gelekî kûrtir û berfirehtir e. Ez mijara S-400an piçûk nabînim, lêbelê Tirkiyeya ku mitefiqekî NATOyê ye, ji S-400an gelekî wêdatir e."

Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg beşdarî konferansa ewlekariyê ku bi destê Enstîtuya Aspenê li eyaleta Colorado ya Amerîkayê hat lidarxistin bû û mijara kirîna S-400an a ji aliyê Tirkiyeyê va nirxand.

Stoltenberg diyar kir ku wan pêvajoya kirîna S-400an a ji aliyê Tirkiyeyê va ji nêz va şopand û wan di navbera dezgehên eleqedar da mijar xeberda û wiha got, "Her welatek bi xwe biryara wê yekê dide bê ka dê çi cure pergalên parastinê bistîne. Lêbelê tişta ku ji bo NATOyê girîng e, ew yek ku ka ev pergal bi pergalên NATOyê ra hemaheng in an na."

Stoltenberg herwiha ev yekî jî anî ziman, "Pergalên S-400 ku Tirkiyeyê kirî, dê entegreyî pergala parastina asîmanî ya NATOyê nebe ji ber ku ev ne ew pergal in ku dikarin ligel hev bişixulin. Jixwe Tirkiyeyê jî daxwazeke wiha nekir."

Stoltenberg bal kişand, "Tevkariya Tirkiyeyê ya ji bo NATOyê û Hevkariya NATOyê ya bi Tirkiyeyê ra ji F-35an gelekî kûrtir û berfirehtir e. Ez mijara S-400an piçûk nabînim, lêbelê Tirkiyeya ku mitefiqekî NATOyê ye, ji S-400an gelekî wêdatir e." 

Herwiha Stoltenberg diyar kir ku hevdîtinên Tirkiyeyê yên ji bo kirîna pergalên Patriot ên Amerîkayê û pergalên moşekî yên Eurosama Îtalya-Fransayê jî berdewam in. Stoltenberg got ku ev hevdîtin girîng in. 

Stoltenberg herwisa got ku heger ew nikaribin lihevnekirina ku bi S-400an va dest pê kir çareser bikin, ew ê wê gavê hewil bidin ku karîgeriya vê yekê ya li ser îtifaqê berjêrî asta herî nizim bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE