“hewce nake fetîşizma mazbeteyê bê kirin”

Çelik: Hin dever weke ku rewşeke awarte heye tevdigerin

“hewce nake fetîşizma mazbeteyê bê kirin”

Berdevkê AK Partiyê Ömer Çelik derbarê pêvajoya îtirazên encama hilbijartinê ya li stenbolê de axivî û got : “hin dever dixwazin weke ku rewşeke awarte heye nîşan bidin” her wiha bal kişand ser ysk’ê ku wê encamên dawî bide. Çelik nav neda lê rexne li Ekrem İmamoğlu jî girt û got: “ hewce nake fetîşizma mazbeteyê bê kirin.”

“Divê em vê pêvajoyê wek du ast bi nirxînin û li serê bi seknin. ewil ji ber nezaniyê şîroveyên şaş tên kirin, ya din jî hin deverên ku em wan baş zanin propagandeyeke reş dikin. beşek ji beşa hilbijartinê jî pêvajoya îtirazan e û ew jî dewam dike. di demokrasiya welatên rojava de ev pêvajo gelek normal dimeşe, lê mixabin hin dever dixwazin weke ku rewşeke awarte heye nîşan bidin. ev helwesteke şaş e. ya ku encaman diyar dike ysk’ê ye. em ê hemû rêz li encamê bigrin. hewce nake ku vê pevajoyê bi fetîşizma mazbetayan asteng bikin. ya girîng îradeya welatiyan e.”

Dîroka nûkirinê: 06 Nîsan 2019, 16:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE