"Hewcedarî bi îcrakirina herekateke nû nemaye"

Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku ji bo mijara Sûriyeyê di çarçoveya mitabaqata ku Tirkiye û Federasyona Rûsyayê îmze kirin da ji bilî qada Herekata Kaniya Aştiyê hewcedarî bi herekateke nû nemaye.

"Hewcedarî bi îcrakirina herekateke nû nemaye"

Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku ji bo mijara Sûriyeyê di çarçoveya mitabaqata ku Tirkiye û Federasyona Rûsyayê îmze kirin da ji bilî qada Herekata Kaniya Aştiyê hewcedarî bi herekateke nû nemaye.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezaretê hat dayîn, der heqê geşedanên dawîn ên Herekata Kaniya Aştiyê da daxuyaniyeke ku ji 6 xalan pêk tê hat dayîn.

Di daxuyaniyê da ji bo mitabaqata ku di 17ê cotmehê da seba rojhilata Feratê bi Amerîkayê ra hat kirin wiha hat gotin: " Heta roja îro em ji bo bicihanîna xalên mitabaqatê hesas tevgeriyane."

Di daxuyaniyê da hat bibîrxistin ku di çarçoveya mitabaqatê da 120 saet navber dan Herekata Kaniya Aştiyê û di dawiya maweyê da ji aliyê Amerîkayê va vekişandina ji herêmê ya PKK/YPGyê hat temamkirin û wiha hat gotin:

"Di 22yê cotmehê da li Soçiyê di navbera Birêz Serokomarê me û Serokê Dewleta Federasyona Rûsyayê da mitabaqat hat çêkirin û di çarçoveya vê mitabaqatê da ji îro pê va bi Federasyona Rûsyayê ra xebatên hevpar wê dest pê bikin.

Di çarçoveya mitabaqata ku tê da xêncî qada Herekata Kaniya Aştiyê ewlehiya hidûdên me wê were parastin û ûnsûrên YPGya rêxistina terorê wê 30 kîlomêtre dûrî sînorên me herin da xêncî qada herekata me ya niha hewcedarî bi îcrakirina herekateke nû nemaye."

Di daxuyaniyê da hat gotin ku têkoşîna terorê wê bi biryardarî dewam bike û destûr wê tu carî neyê dayîn ku li başûrê sînorên Tirkiyeyê korîdoreke terorê çêbe.

AA

Dîroka nûkirinê: 24 Cotmeh 2019, 17:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE