"Hewldana ku her tiştî daye aliyekê û buxtanan li Türkiyeyê dike jî wê rêvebiriya Ermenistanê xilas neke"

"Hewldana ku her tiştî daye aliyekê û buxtanan li Türkiyeyê dike jî wê rêvebiriya Ermenistanê xilas neke"

Serok Recep Tayyip Erdoğan di vekirina Meclisê de axivî.

Serok Erdogan: "Kesên buxtanan li Türkiyeyê dikin û dibêjin bêyî berdêl demokrasiyê bi dest xistiye, hêvî dikim ku şeva 15ê Tîrmehê ji ber van buxtanên xwe şerm kiribin."

 "Meclisa me ya ji Tirkên Qibrîs û Azerbaycanê bigire heya Afrîkaya Bakur ji dil destekê dide xwîşk û birayên xwe yên li her derê nîşan dide ku digel gelê me ji bona hemû dostên me jî hêvî ye."

 "Li vê herêmê rêya aştiya mayînde ew e ku Ermenî ji her bihustên axa Azerbaycanê ku dagir kirine vekişin."

"Hewldana ku her tiştî daye aliyekê û buxtanan li Türkiyeyê dike jî wê rêvebiriya Ermenistanê xilas neke."

 "Ez kesên ku destekê didin vê dewleta nijdevan (Ermenistan) hişyar dikim ku wê li ber wijdana hevbeş ya mirovahiyê hesab bê pirsîn."

"Terciha me ya pêşanî ew e ku nakokiya li ser potansiyela aborî û siyasî ya li Behra Sipî li gor heqaniyetê bê çareserkirin."

 "Yekîtiya Ewropayê ku bûye dîlê şûmiya Yewnanistan û Rûmên Qibrîsê veguheriye organîzasyoneke sereser û bêaso û bêbandor."

 "Pirsgirêkeke ku ji herêma me derketibe û bi giranî û înîsiyatîfa Yekîtiya Ewropayê hatibe çareserkirin tuneye. Berevajiyê vê her qeyrana ku Yekîtiya Ewropayê mudaxil bûbe hê mezintir bûye."

 "Em li her platformê qala mafên gelê Filistînê yê mezlûm dikin, em vê ji bo xwe û miletê xwe wekî rûmet dibînin."

 "Li vî bajarê ku di şerê cîhanê yê yekemîn da me bi hêsirên çavan mecbûrî terikand hê jî rêçên berxwedana Osmaniyan hene. Ango Quds bajarê me ye û bajarekî ji me ye."

 "Aboriya Türkiyeyê digel evqas êrîşan li hember şikestinan hê zeximtir bû û li hember qeyranan hê zêdetir fêrî amadehiyan bû."

 "Di heyama şewbê ya ku welatên pêşketî jî welatiyan terikandiye halê wan da Türkiye li hundir û derva helwesteke fezîletdar nîşan da."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE