''Heya niha 100 welatiyên me hatine xilaskirin''

''Heya niha 100 welatiyên me hatine xilaskirin''

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Kurum: "Piştî erdhej çêbû heya niha 100 welatiyên me hatine xilaskirin."

"(Erdheja li Îzmirê) Qederê 5 hezar personel xebatên xilaskirin û lêgerînê didomînin."

"(Erdheja li Îzmirê) 17 avahî xera bûne û li 8 avahiyan xebatên xilaskirin û lêgerînê didomin."

"Em ê avahiyan lêkolînê bikin. Em ê bikevin hemû avahiyan û xebatên tesbîtkirina xisarê bikin."

"Em ji welatiyan rica dikin ku heta xebatên tesbîtkirina xisarê yên ekîban neqedin nekevin avahiyan. Avahiyên dibe ku xera bibin hene."

"Em ê alîkariya eşyayan bidin welatiyên ku nikarin bikevin avahiyan û eşyayên xwe hildin."

"Unîteyên me yên xwarinê yên mobîl ku kapasîteya wan 56 hezar kes e niha li qadê ne. Ji bona avahiyên xisareke mezin dîtine wê alîkariya barkirinê bê dayîn."

"TOKÎ ji bona çêkirina avahiyên mayînde bi AFADê ra di nav kordînasyonê da ye. Him li ciyê erdhejê û him jî li qadên rezervê pêvajo dane destpêkirin."

"Ji bona hemû avahiyên xera bûne yan jî talûkeya xerabûnê heye em ê alîkariya kirê bidin hemû welatiyên xwe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE