Heyva Sor a Tirkiyê li Girê Spî ye

Li bajarê ku hat rizgarkirin li xelkê alîkarî hat belavkirin...

Heyva Sor a Tirkiyê li Girê Spî ye

Heyva Sor a Tirkiyê ji bo alîkariyê li Girê Spî ye... Xelkê bajêr bi çoşeke mezin çû pêş konvoya saziyê.

Girê Spi yê ku bi Operasyona Kaniya Aştiyê hat rizgarkirin, bi saya alîkariya Heyva Sor a Tirkiyê tê ser hemdê xwe.

Ji bo alîkariya xelkê ewilî xurek û malzemeyên hîjyen û paqijiyê hatin belavkirin.

Rêvebirê Alîkariya Însanî ya Heyva Sor a Tirkiyê Fatih Gökçen got “Me bihîst ku îhtiyaca xelkê virê zêdetir bi nan heye. Ji bo vê me 25 ton arvan anî virê. Em ê nan çêkin û li xelkê bajêr belaş belav bikin.

Bi çewalan arvan hatin danîn ber deriyên firinan. Nanê ku hat lêxistin û piştre jî li xelkê hat belavkirin. Piştre jî koliyên alîkariyê hatin belavkirin.

Xelkê bajêr ji alîkariyan gelek memnûn ma. Zarokên bajêr jî nehatin jibîrkirin. Ji bo wan jî pêlîstok hatin belavkirin...

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE