Hilbijartina li Îstanbulê dest pê kir

10 milyon 560 hezar û 963 hilbijêr li ser 31 hezar û 342 sindoqan dê ray bidin.

Hilbijartina li Îstanbulê dest pê kir

Ji bo Hilbijartina Nûkirinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya 23yê Hezîranê dengdayînê ji saet 08.00î pê va dest pê kir.

Piştî Hilbijartina Giştî ya Îdareyên Mehellî ya 31ê Adarê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) di 6ê gulanê da li ser biryara "Hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê wê were nûkirin û mezbeteya namzedê CHPyê Ekrem Îmamoglu betal bû",  Stenbolî diçin ser sandoqê.

Di hilbijartina îro da Stenbol wê ji bo 5 salan Şaredarê Bajarê Mezin hilbijêre. Namzedê Tifaqa Cumhur (yê AK Partiyê) Bînalî Yildirim, namzedê Tifaqa Millet (yê CHPyê) Ekrem Îmamoglu, namzedê Partiya Saadetê Necdet Gokçinar û namzedê Partiya Vatanê Mustafa Îlker Yucel dikevin pêşbaziyê.

Lîsteyên hilbijartinê yên sandoqan wek hilbijartina 31ê Adarê ne. Ji ber ku ev hilbijartin dubarekirina hilbijartina 31ê Adarê ye, di vê pêvajoyê da kesên ku 18 salî bûn û ji esker hatin rey nadin.

Li 39 navçeyên Stenbolê bi tevahî 31 hezar û 342 sandoq hatin danîn û 10 milyon û 560 hezar û 963 kes wê rey bidin. Ji bo nexweş û astengdaran li hemû navçeyan sandoqên seyar hatin danîn.

Stenbolî wê heta saet 17.00î bikaribin reya xwe bavêjin.AA

Dîroka nûkirinê: 23 Hezîran 2019, 14:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE