Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ragihand ku Heşda Şabiyê li dijî Balafirgeha Hewlêrê ya ku eskerên DYAyê lê bicih bûne bi mûşekan êrîş li dar xist.
Di daxuyaniya Lijneya Dije Terorê ya girêdayî Wezareta Navxweyî ya HKIyê de hat destnîşankirin ku çekdarên Heşda Şabiyê 6 mûşek avêtine Balafirgeha Hewlêrê.
Herwiha hat gotin, ew mûşekên ku li derdora Balafirgeha Hewlêrê ketin, ji 30emîn Lîwayê ya Heşda Şabiyê ya li gundê Şêx Nemreya di nav sînorên Parêzgeha Neynewayê hatine avêtin.
Hat destnîşankirin ku 2 ji wan mûşekan neteqiyane û ji ber êrîşê jî kesek nemiriye.
Li gorî nûçeyên li ser medyaya herêmî, piştî êrîşê di çarçoveya tedbîrên ewlekariyê de rêbeja Hewlêr-Mûsilê ji hatûçûnê re hatiye girtin.
AA