"Hûnê firsendê nedin îstif û îstifkeran"

Serok Erdogan di komcivîna AK partiyê de axivî...

"Hûnê firsendê nedin   îstif û îstifkeran"

Serok Erdogan di komcivîna AK partiyê de axivî...

ji axaftina Erdogan:

"Dibê em di hilbijartinên herêmî da namzedên bi îsabet tesbît bikin, xebatên kêrhatî bikin û bigihêjin hedefên xwe. Bi ra tu kes bi teklîfa 'Ev eqrebeyê min e, nizanim çi kesê min e, felan tiştê min' neyê û namzedan pêşniyaz neke."

Hilbijartina Îdareyên Herêmî

" Jixwe em ê bi hevalên xwe yên bi serketin û xizmetên xwe di dilê gel da cî girtine ra dewam bikin. Xêncî vê kesên berbayê PKK û FETOya rêxistinên terorê neketine, li berevajiyê nirxên gelê me tevnegeriyane, bi proje û agahiyên xwe ji bo xizmetê kêrhatî ne dikarin werin AK Partiyê, deriyê me ji bo wan vekiriye."

Banga li hilberîner û alema kar 

"Hûnê firsendê nedin îstif û îstifkeran. Heke îstifker ji hêla me va werin tesbîtkirin jî bira tu kes li qisurê me mêze neke, em ê li gor wezîfeya ku dewletê û qanûnan daye me werin û gavên hewce dikin biavêjin, çi lazim dike jî emê bikin."

"Ji ber ku em dibînin hetanî nika gavên me li Sûriyeyê avêtin şaş derneketin bêşik û bêguman em ê bi îzna Xwedê di îmtihana Îdlibê da jî bi rûyekî spî derkevin, şika me tune."

"Dibê her kes bibîne û bizanibe ku şansê tiştên bêyî Tirkiyeyê li herêmê werin kirin tunene. Heman tişt ji bo geşedanên li Qibrîsê û dorberê Egeyê diqewimin jî wisa ye."

Serok Erdogan: "Kesên bawer dikin ku li ber deriyê Tirkiyeyê bêyî an jî li dijî Tiriyeyê dikarin kar bikin ew ê bibînin ku baweriya wan şaş derketiye. Çavên me li berjewendî, hiqûq û heqê kesî nîne. Lêbelê em ê destûrê ne ku tu kes jî çav berî berjewendî, hiqûq û heqê me bide."

Dîroka nûkirinê: 02 Cotmeh 2018, 12:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE