"Hûnê nikaribin li Qudsê rêçên mîrateya Îslamê jêbibin"

Serok Erdogan: "Îsraîl di 50 salên dawîn da bi zanatî li Qudsê dixwaze rêça mîrateya Îslamê ji holê rake. Hûn ê nikaribin jêbibin."

"Hûnê nikaribin li Qudsê rêçên mîrateya Îslamê jêbibin"

Serok Erdogan: "Li ser navê gel û welatê xwe sipasiya wan lehengan dikim ku bi têkoşîna xwe ji xeynî Qudsê xwedî li rûmeta mîrovahiyê derketin û li hember dagirkeran nehiştin îzeta ometa Mihemed bikeve nava dest û piyan."

 "Doza Qudsê tenê doza komeke Misilmanên li Filistînê nîne. Ev doz mesele û doza me hemûyan e."

 "Nîvê dilê Mekke û nîvî jî Medîne ye. Li ser wan jî mîna xêliyekê Qudis heye."

"Ferqa vî bajarê pîroz ê ku Resûlê Xwedê lê derket Mîracê û Stenbol, Qahire, Bexda, Mekke û Medîneyê ji hev tuneye û em ji hemûyan hez dikin. Loma em dibêjin 'Qudis xeta me ya sor e'."

 "Heger hûn wisa bawer dikin ku bi anîna çend balyozxane û konsolosxaneyan hûn ê şexsê menewî yê Qudsê ji holê rakin, hûn tenê xwe dixapînin."

"Îsraîl ji ber ku alîkariya hin endamên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî distîne loma bêperwa tevdigere û kar û xebatên xwe yên dagirkeriyê dimeşîne."

"Berteknişandana me ya dijî bêperwatiya Îsraîlê, antîsemîtîzîm nîne."

"Holokost çawa sûcê dijî mirovahiyê be bombebarandina li ser zarokên ku li peravên Xezeyê gogê dilîzin jî bi heman awayî sûcê dijî mirovahiyê ye."

"Ji xeynî rêvebiriya Amerîkayê hin dewletên Ewropayê ji ber şerma dîmenên di Şerê Cîhanê yê Duyemîn da derketin holê li hember polîtîkayên dagirkeriyê yên Îsraîlê dengê xwe dernaxin."

"Ji bona alîkariya ku dostên Filistînê dişînin feydeyê bide divê Filistînî jî tefrîqaya di nav xwe da biqedînin."

"Xisûsî bangî xwîşk û birayên xwe yên Filistînî dikim, divê hûn dubendiya di navbera xwe da biqedînin." 

 "Ti zilm û zordarî wê rê li ber rizgariya Qudsê negire."

"(Kuştina Kaşikçi) Erebistan Siûdî ne xwestin belgeyên di destê me de guhdarî bikin û ser da jî hildin. Em bona dîtin û guhdarkirinê dikarin nîşanê we bidin, lê em nadin we. Em bidine we û paşê hûn van jî îmha bikin?"

Erdogan der barê kuştina Kaşikçi da got: "Xelkê û dinyayê ehmeq dihesibinîn. Ev gel ehmeq nîne, dikare hesab bipirse."

"Cemal Kaşikçî li Balyozxeneyê (ya Erebistana Siûdî) mixabin bi operasyoneke namerdane hat şehîd kirin."

AA

Dîroka nûkirinê: 14 Kanûn 2018, 17:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE