Hunermendên dewletê yên ku bi hunera destê xwe berhemên herêmî û kenvare yên wekî berhemên darîn, çînî, berhemên paxir, cil û coran çêdikin da ku neyên jibîrkirin û nifşên nû jî hîn bibin, berhemên xwe yên rind û sipehî di çalakiyên Serfiraziya Milazgirê da nîşan dan.
Li ser daweta Wezareta Çand û Turîzmê 50 hunermendên dewletê hatin Xelata navçeya Bidlîsê ku beşek pîrozbahiyên serfiraziyê lê bi rê va diçin. Hunermendan li vir pisporiya xwe nîşanî welatiyan da û agahî dan wan.
Hunermendan li ciyên ku ji bo wan li Baxçeyê Milet a li tanga Çarhoyê hat terxankirin, hunera xwe îcra kirin, berhemên resen ên herêma xwe çêkirin û ji bo ku welatî bibînin nîşan dan.
Hunermendê berhemên darîn ê Meletiyî Çetin Gedik ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, ew zehf bextewar e ku beşdarî çalakiyên salvegera 950yan a Serfiraziya Milazgirê bû.
Gedik wiha axivî, "Yekem car e ez beşdarî çalakiyên Serfiraziya Milazgirê dibim. Ez sipasiya sazkarên çalakiyê dikim. Ew yek tiştekî zehf xweş e ku însan li vê derê kom bûne û hatine cem hev."
Hunermenda çîniyên kuvars a Bursayî Sevgî Vardarli Înanê jî destnîşan kir ku ew karoyan çêdikin ku di mizgeft û qesran da dihatin emilandin û bi sedan salan li ber xwe didin.
Înalê bal kişand, ji zewqeke wê ye sereke ew e ku berhemeke mayînde ji dûhatiyê ra bihêle û wiha dewam kir:
"Qedera 20 salan e ez çîniyan çêdikim. Ez hunermenda dewletê me. Her wisa Xelat mîna muzeyeke servekirî ye. Hunerên destan li vir hatin cem hev û ev yek jî nîşaneya çandekê ye. A ku me derbasî siberojê dike çand e. Hatina cem hev a çandan û ya hunerên ku dê me bigihînin siberojê tiştekî miezem e. Pir baş hizirîne."
- "Bi saya van çalakiyan derfet çêdibe ku em qala hunera xwe bikin"
Hosteyê çîmonê Emrah Kaya jî bal kişand ku ew li ser amûrên muzîkê yên jibîrbûyî xebatan dikin û wiha dewam kir:
"Wezaret piştgiriyê dide xebatên min. Li vir firsend da me ku em pêşangehekê vekin. Ez li vir hewl didim çîmon û enstrumanên din ên jibîrbûyî bi gel bidim nasandin. Bi saya van çalakiyan derfet çêdibe ku em qala hunera xwe bikin.
Ez zehf sipasiya Brêz Serokomarê me û Wezareta me ya Çand û Turîzmê dikim ku em anîn vir. Li vir her tişt li gorî me hatiye eyarkirin. Em bi însanan ra dikevin diyalogê û ji wan ra qala hunera xwe dikin. Ev ji bo me firsendeke mezin e."AA