"Hêza me ya sanayiya parastinê derket ji sedî 68an"

Serok Erdogan: "Dema me dest vî karî kir hêza me ya sanayiya parastinê dora ji sedî 20î bû, vêga derket ji sedî 68an. Bes e, ne bes e, em ê zêdetir bikin."

"Hêza me ya sanayiya parastinê derket ji sedî 68an"

Serokrê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan li Karasuya navçeya Sakaryayê beşdarî bernameya "Hevdîtina 50 Salan a Dahatûyê ya BMCyê" bû.

Erdogan di bernameyê da wiha axivî: "Çi gotin, 'Tirkiye têk çû, qediya, veberhênan, hilberîn sekinî.' Rikê hemûyan va veberhênan jî hilberîn jî dewam dikin. Hûn bixwazin jî nexwazin jî ev milet, ev welat li ser piyê xwe ye û wê li ser piyê xwe jî di rêya xwe da bimeşe."

- "Ji vir û şûnda jî tevkariya Tirkiye-Qeterê wê dewam bike"

Serok Erdogan behsa hevkariya Tirkiye û Qeterê kir û wiha dewam kir: "Piştî hewldana darbeya 15ê Tîrmehê di meha tebaxê da êrîşî kuran hat kirin, ji wê bigre di her mijarê da piştgiriya birayên me yên Qeterî çêbû, me ji bîr nekir û emê ji bîr jî nekin. Ji vir û şûnda jî ji sanayiya parastinê bigre heta bazirganiyê, ji tûrîzmê heta vejenê tevkariya Tirkiye-Qeterê wê xurt bibe û dewam bike."

- "Tirkiye mecbur e di qada pîşesaziyê da xurt bibe"

Ji bo pîşesaziya parastinê ya Tirkiyeyê jî Erdogan wiha pê da çû: "Tirkiye mecbur e ji hêla eskerî, aborî, siyasî û dîplomasiyê va xurt bibe. Bi taybetî di qada pîşesaziyê da divê em pir xurt bibin. Dema me dest vî karî kir hêza me ya pîşesaziya parastinê dora ji sedî 20î bû, vêga derket ji sedî 68an. Bes e, ne bes e, em ê zêdetir bikin. Bi saya gavên me avêtin rêjeya girêdayî dervayî welêt (pîşesaziya parastinê) a ku di 2002an da ji sedî 80 bû, heta ji sedî 35an kêm bû. Yên pîşesaziya parastina welatê me bi deh salan in mehkûmê çend biyaniyan kirine niha rabûne bêyî ku şerm bikin polîtîkaya me rexne dikin."

- "Îdiaya firotina Fabrîqeya Tank Paletan ne rast e"

Der barê îdiaya firotina Fabrîqeya Tank Paletan ya li Arifiyeyê da jî Erdogan wiha got: "Teqez tiştekî wiha tune, ez ji ber wan kesên ku ji vê bawer dikin xemgîn dibim. Jikarderxistina xebatkarên fabrîqeya li Arifiyeyê, nanê wan ji destê wan hildan nabe, tiştekî wiha tune."

- "Em car din dest bi reşandina kirkirkê bikin"

Erdogan got li Tirkiyeyê reşandina kirkirkê wê car din bê destpêkirin û wiha axivî: "Em car din dest bi reşandina kirkirkê bikin, lewra feydeya kirkirkê di gelek qadan da heye, emê vê bibînin. Emê niha dest bi vê pêvajoyê bikin."

AA

Dîroka nûkirinê: 14 Çile 2019, 16:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE