Hêzên HKiyê li Kerkûkê hin bîrên neftê bi dest xistin

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ev gav dijî Qanûna Bingehîn a Iraqê ye, wekî şirketa neftê ya Bakur ew hikûmeta HKIyê wekî berpirsiyarê vê gavê dibînin. 

Hêzên HKiyê li Kerkûkê hin bîrên neftê bi dest xistin

Şirketa Neftê ya Bakur ku girêdayî Wezareta Neftê ya Iraqê ye, ragihand ku hêzên çekdar ên Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) li qada neftê ya Bay Hesenê ku dikeve bakurê rojavayê Kerkûkê, hin bîrên neftê bi dest xistin.

Şirketa neftê ya bakur li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniya nivîskî weşand û diyar kir, li qada neftê ya Bay Hesenê, hêzên çekdar ên HKIyê dest danîn ser hin bîrên neftê û nefta ku ji van bîran dertê seba berjewendiyên herêmê tên bikaranîn.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ev gav dijî Qanûna Bingehîn a Iraqê ye, wekî şirketa neftê ya Bakur ew hikûmeta HKIyê wekî berpirsiyarê vê gavê dibînin. 

Di daxuyaniyê da hat gotin ku berî niha jî bîrên sehayên neftê yên Hurmel û Hawanayê yên li Kerkûkê ji aliyê hêzên HKIyê va hatin bidestxistin û li ser vê wan wekî şirket di mehkemeyên Iraqê da doz vekir. 

 HKIyê derewand

Berdevkê Hikûmeta HKIyê Cotyar Adil jî daxuyanî da çapemeniyê û îdiayên ku hêzên çekdar ên girêdayî rêvebiriya herêmî dest daniye ser bîrên neftê yên Bay Hesena Kerkûkê, red kir.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE