Îranê piştgirî da Tirkiyeyê

Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Îranê Behram Qasimî li hember mueyîdeyên Amerîkayê yên li dijî Tirkiyeyê got ew piştgiriyê didin Tirkiyeyê

Îranê piştgirî da Tirkiyeyê

Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Îranê Behram Qasimî rexne li siyaseta Amerîkayê ya li dijî Tirkiyeyê girt û anî ziman ku ew ji bo dana her cure piştgiriyê bo Tirkiyeyê amade ne.

Qasimî daxuyanî da televîzyona dewletê ya Îranê û wiha axivî: "Tirkiye û gelê Tirk li hember zextên ji derva ve tên kirin dikarin bi ser bikevin."

Der barê bûyerên ku di rojên dawîn de qewimîn Qasimî rexne li siyaseta Amerîkayê girt û got li dijî van mueyîdeyan ew li cem Tirkiyeyê ne.

Qasimî got Îran û Tirkiye dikarin bibin dostên baş û wiha dewam kir: "Îradeya gel bi zorbetî û gefxwarinan ve nikare bê guhertin."

Qasimî anî ziman dewletên din ên cînar jî divê Îranê li cem xwe bizanibin û behsa girîngiya hevkariyê ya di navbera welatên cînar de kir.

 

 


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE