Israîlê deriyê rehmê girt û miftiyê Qudsê binçav kir

Israîlê deriyê rehmê yê Mescîda Eqsayê girt, miftiyê qudsê Şêx Îkrîme Sebrî xist nezaretê. li Stenbolê 25 saziyên sivîl helwesta Israîla dagirker protesto kir.

Israîlê deriyê rehmê girt û miftiyê Qudsê binçav kir

Bi pêşengiya Yekitiya Saziyên Ciwaniyê endamên 25 saziyên sivil li mizgefta Fatihê ewilî nimêja sibehê, dûv re jî helwesta Israîlê protesto kir.

Serokê Giştî yê İHH’ê Bülent Yildirim: Îro em ji bo diayê li hev civiyan. Lewra ji destê me tenê ew tê. Lê ya muhîm divê em eşqa Qudsê bixin dilê zarokan, ciwanan û û mezinan. Bêyî Qudsê alema Îslamê ranabe ser xwe. Heya ku em li Mescîda Eqsayê bi azadî nimêj nekin, rehetî ji me re tune ye.

Israîlê Deriyê Rehmê yê Mescîda Eqsayê ji Misilmanan re girt û Miftiyê Qudsê Şêx Îkrîme Sebrî jî xist nezaretê.

Serokê Giştî yê İHH’ê Bülent Yildirim : Cara ewil e ku çûyîna Mescidê Eqsayê li Şêx Îkrîme Sebrî hat qedexekirin. Lewra dixwazin Deriyê Rehmê û Mescîda Eqsayê îşgal bikin. Îkrîme Sebrî van rojan hemû Misilmanan dawetî Mescîdê dikirin. Heke derî û mizgeftê xira bikin, ew ê qaşo mabeda Silêman ava bikin.

Deriyê Rehmê li rojhilatê bircên Mecsîda Eqsayê ye.

Beriya ku Israîl Qudsê dagir bike, ew der mizgeft û medrese bû.

Dîroka nûkirinê: 24 Çile 2020, 17:17
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE