"Ji 17 nîsanê heta 19ê wê dê qexeya derketina derve bê cîbicîkirin"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî civîna Kabîneya Serokomariyê ya ku li Koşka Huberê ya li Tarabyayê bi rêya vîdeo konferansê birêve çû daxuyanî dan.

"Ji 17 nîsanê heta 19ê wê dê qexeya derketina derve bê cîbicîkirin"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî civîna Kabîneya Serokomariyê ya ku li Koşka Huberê ya li Tarabyayê bi rêya vîdeo konferansê birêve çû daxuyanî dan.

Erdogan got, "Tirkiye têkoşîna xwe ya dijî şewba koronavîrusê bi biryardarî didomîne. Di dabînkirina kelûpelên paqijî û tendirustiya şexsî ya welatiyan de em zehmetiyê nakşînin. Di warê kontrolkirina şewbê de em pêşhatên giring bidest dixin. Tirkiye bi sitandina tedbîran di nava wan welatên ku bi awayekî xurt şewbê kontrol dikin, di rêzên serî de ye."

Serokomar Erdogan: "Em nexweşxaneyên nû ava dkin, yek 100 qeryoleyî li Hadimkoyê û yek 250 qeryoleyî li Derinceyê. Beşa yekem a Nexweşxaneya Bajêr a li Başakşehîrê di 20ê nîsanê de, beşa duyem jî di 15ê gulanê de emê ji bo xizmetê vekin."

- Îstîfaya Wezîrê Navxweyî Soylu

Serokomar Erdogan derbarê îstîfaya Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu wiha axivî, "Wezîrê me yê ku di têkoşîna dijî terorê, xebatên piştî afatên siruştî û herî dawî jî şewba koronavîrusê de, em ji nêzîk ve bûn şahidê serkeftinên wî, li ser wezîfeya xwe berdewam e. Bi qebûlnekirina îstîfayê, min jê xwest ku wezîfeya xwe bidomîne. 

- "Ji 17 nîsanê heta 19ê wê dê qexeya derketina derve bê cîbicîkirin"

Erdogan got, "Di çarçoveya têkoşîna dijî şewbê de, me biryar da ku dema îhtiyacê qedexeyên derketinê yên li dawiya hefteyê em bidomînin. Ji bo ku careke din ew xirecira nelazim ya ku di saetên pêşî yên qedexeyê de li hinek cihan rû da, dubare nebe, emê tedbîrên pêwîst bistînin. Mebesta me ew bû ku em bi milyonan welatî yên ku bi cazîbeya hewaya xweş a dawiya hefteyê bixapin û park, qadên seyranê û peravan dagirin, ji xetereya vîrusê biparêzin. Ez ji nuha ve îlan dikim, 17 nîsanê roja îniyê ji saet 24.00ê heta 19ê nîsanê roja yekşembê saet 24.00ê, qedexeya derketinê dê bê cîbicîkirin."

- "Komara Tirkiyeyê xwedî wê hêzê ye hemî pêdawistiyên welatîyên xwe dabîn bike"

Serokomar Erdogan anî ziman ku Komara Tirkiyeyê xwedî wê hêzê ye, şert û çawa jî bin, ewlehiya can û malê welatiyan piparêzê û pêdawistiyên wan ên weke kelûpelên tendirustî, paqijî û xurekê dabîn bike.

Erdogan herwiha got, "Welatê me ne tenê dê ji vê koronavîrusê di heman demê de înşaallah dê ji vîrusên medya û siyasetê jî rizgar bibe."

Serokomar Erdogan destnîna kir ku di serî de bernameya IMFê ewê ti carî li ber sepandineke ku Tirkiye bixe bin minnetê, serî netewînin û got, "Miqdara bexşîna li kampanyaya me heta nuha gihiştiye milyarek û 612 milyon lîreyî."

Erdogan axaftina xwe wiha domand:

"Dema em dibêjin; 'Li malê bimînin, sebrê bikşînin, pabendê rênimayan bin' em helbet dizanin ku hûn rûbirûyê zehmetiyên çawa dimînin. Înşalle hindik ma, weke bavûkalên me dibêjin, 'Ev dewran timî wisa namîne'."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE