"Ji 29ê nîsanê heta 17ê gulanê em derbasî girtina bi temamî dibin"

Serok Erdogan got, "Êvara 29ê nîsana 2021ê roja pêncşemê ji saet 19.00 heta 17ê gulana 2021ê roja duşembê saet 05.00an em derbasî girtina bi temamî dibin."

"Ji 29ê nîsanê heta 17ê gulanê em derbasî girtina bi temamî dibin"

Erdogan: "Serokê DYAyê Biden, ji bo bûyerên ku beriya zêdetir ji sedsalî qewimîn îfadeyên dijî heqîqetê yên bê binema û bê bingeh bikar anîn."

Serok Erdogan: "Em weke Tirkiyeyê têgihiştineke weke pêşbirkpêkirina janên ku dîrokê de qewimîn weke mirovî nabînin. Lêbelê heke rêyeke wisa bê hilbijartin, take dewleta ku enî pak, serbilind, wijdan rehet, dilrehet ji vê derkeve dewleta me ye."

Erdogan: "Lêkolîn û derxistina heqîqeta van bûyeran erka ehlê vî karî, erka dîrokzanan e, ne ya siyasetmedaran."

Serok Erdogan: "Di warê îdiayên derbarê Ermeniyan de ku bi salane tînin zimên, me pêşniyaza avakirina komîsyoneke dîrokê ya hevpar kiribû, lê hêjî me bersiv nesitendiye."

Erdogan: "(Binavkirina 'qirkirinê' ji aliyê Biden ve) Em di wê bîrê de ne ku bi fişara derdorên Ermenî yên tundrew û komên li dijî Tirkiyeyê wisa kir."

Erdogan: "(Binavkirina 'qirkirinê' ji aliyê Biden ve) Em bi xwe bawer in, lê aliyê din xwedanên îdiayê ji dêvla ku li heqîqetê bigerin, bi îsrar dixin zer zemîna siyasî, ev bi xwe eslê meseleyê derdixe holê."

Serok Erdogan: "Dewleta Osmanî piştî derdestkirinên 24ê nîsanê, di 27ê gulanê de 'Qanûna Sewq û Îskanê' derxist. 1ê hezîranê jî derbasî cîbicîkirinê bû. Ew kar ne li hember tehdîd û xetereyên muhtmel bû, tedbîrek bû ji bo serhildan û tevkuştinên berdewam bû."

Serok Erdogan: "Di esil de 24ê nîsanê di warê trajêdyaya mirovî de tiştek çênebûye. 24ê nîsana 1915an tenê ew rêxistinên ku alîkariya welatên ku li dijî Osmaniyan şer dikirin, fealiyet diajotin, hatin girtin û 235 rêveberên wan hatin derdestkirin."

Serok Erdogan: "Dewleta Osmanî bi Qanûna Sewq û Îskanê biryar da ku çeteyên di nav nifûsa Ermeniyan de ku tevkujî kiribûn bi awayekî berwext bişîne herêmên din. Herwiha ev biryar tenê ew nifûsa Ermeniyan di xwe de digirt ku êrîşên çeteyan lê zêde bûn."

Erdogan: "Hejmara wanên ku ketin ber sewq û îskanê di raporên DYAyê de jî herî zêde weke 600 hezarî hatine destnîşankirin, herçendî hejmar a rasteqîne kêmtir e jî.

Erdogan: "(Bûyerên 1915an) Di arşîvên Amerîkayê de çiqas belge hene, gelo dikarin vekin? Ma li Ewropayê jî hene, gelo ew jî dikarin vekin? De fermo vekin."

Erdogan: "Êvara 29ê nîsana 2021ê roja pêncşemê ji saet 19.00 heta 17ê gulana 2021ê roja duşembê saet 05.00an em derbasî girtina bi temamî dibin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE