Ji 4 partiyên siyasî yên Meclisê bo Amerîkayê berteka hevpar

Der heqê biryara tengavkirinê ya Wezareta Xezînêyê ya Amerîkayê da komên Meclisê yên AK Partî, CHP, MHP û ÎYÎ Partiyê daxuyaniyeke hevpar da

Ji 4 partiyên siyasî yên Meclisê bo Amerîkayê berteka hevpar

Komên 4 partiyên siyasî yên Meclisê li ser biryara tengavkirinê ya Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê daxuyaniyeke hevpar dan û biryar protesto kir.

Cîgirserokê Koma AK Partiyê Mehmet Muş, Cîgirserokê Koma CHPê Engîn Altay, Cîgirserokê Koma MHPê Erkan Akçay û Cîgirserokê Koma ÎYÎ Partiyê Yavuz Agiralîoglu daxuyaniya hevpar îmze kir û daxuyanî bi sernava "Em bi piştevanî û biryardariya hevpar a gelê me va ji tehdîdên Amerîkayê ra dibêjin 'na'" hat daxuyandin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku rêvebiriya Amerîkayê demeke li dijî Tirkiyeyê helwest, beyan û polîtîkayên ku nayên qebûlkirin dimeşîne û herî dawîn jî bi awayê dereaqil û deremantiq "Bi destê Wezareta Xezîneyê li dijî du wezîrên hikûmeta Tirkiyeyê biryarên tengavkirinê daye û ev biryar bi tundî hat protestokirin."

- "Bi zanetî vê polîtîkayê dimeşîne"

Di daxuyaniyê da hat gotin ku sepanên bi vî rengî û gotinên tehdîdkar ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku di navbera Tirkiye û Amerîkayê da derketine nabe alîkar, her wiha wê pirsgirêkên nû lê zêde bike û wiha hat gotin:

"Weke tê zanîn di 15ê Tîrmeha 2016an da li dijî Tirkiyeyê hewildaneke derbeyê ya nemerd hat kirin û mîmar û sûcdarê sereke Fetullah Gulen salên dûr û dirêj in li Amerîkayê dimîne û ji bo îadekirina wî di çarçoveya hiqûqê da her cure teşebus hatin kirin, lê tu encam jê derneketin. Amerîka li Sûriyeya cînarê me ya li ser sînor bi komên terorê yên li dijî Tirkiyeyê ne ra têkiliyên eskerî didomîne. Taluke û tehdîda van koman ya ji bo Tirkiyeyê tu caran ne xema wê ye, wisa ku bi zanetî vê polîtîkayê dimeşîne. Ji hêla din ji bo tesîreke neyînî li ser hebûna Tirkiyeyê ya eskerî ya li herêmê û hêza wê bibe hewl tên dayîn û Amerîka bi mezakîzmayên xwe yên desthilatiyê yên navxweyî va bi awayekî tehdîdkar van tîne rojevê."

Di daxuyaniyê de hat gotin hemû ev tişt diqewimin, lê Amerîka dozeke sixuriyê ya li Tirkiyeyê ji xwe re dike hincet, dixwaze Tirkiyeyê aciz bike ku ew li gor biryarên wê tevbigere.

Di daxuyaniya hevpar a AK Partî, CHP, MHP û ÎYÎ Partiyê de hat gotin divê Wezîrên Karên Navxweyî û Dadê têkilî vê mijarê bibin, ev gavên li dijî hebûna Komara Tirkiyeyê û saziyên wê tên avêtin neyên qebulkirin.

Hat gotin li hember van hewldanan gel wê piştgiriyê bide û divê di çarçoveya muteqabiliyetên navneteweyî bersiva vê bê dayîn.

 


AA 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE