Ji AK Partiyê bo YSKyê daxwaznameya îtiraza awarte

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Yavuz: AK Partî ji bo betalkirin û dubarekirina hilbijartinên Şaredariya Mezin a Stanbolê daxwaznameya îtiraza derasayî pêşkêşî LHByê kir.

Ji AK Partiyê bo YSKyê daxwaznameya îtiraza awarte

Alîkarê Serokê Giştî yê AK PartiYavuz: AK Partî ji bo betalkirin û dubarekirina hilbijartinên Şaredariya Mezin a Stanbolê daxwaznameya îtiraza derasayî pêşkêşî LHByê kir.

Ji daxuyaniya Yavuz:

 "Ji cetwelên rayan 5 hezar û 388 cetwel bê mohr in."

"Rêjeya rayan nêzî hev e, wexta em li rayên hatine betalkirin û şaşiyên hatine kirin mêze dikin ji sedî 85,5 dijî AK Partiyê hatine qeydkirin."

"Bêyî şerha 'nikarin ray bidin' bê nivîsandin 5 hezar û 287 mehkûm li Stenbolê wek hilbijêr hatine qeydkirin."

"Wexta ray tên rastkirin em dibînin ku 16 hezar û 884 rayên divê ji bona AK Partiyê bên nivîsandin ji bon yên din hatine nivîsandin."

"(Serokên sandoqan û endamên memûr) Ji 62 hezar û 560 kesî 19 hezar kes ji wezîfedarên kamuyê hatine hilbijartin. Di nav wan da kesên bi biryarnameyê hatine îxrackirin jî hene."

"Di vir da karekî organîze û gendeliyek heye. Gendeliya hilbijartinê heye. Tenê Lijneya Hilbijartinê dikare şik û gumanê ji holê rake."

"Me sê walîz tijî pêvek pêşkêşî LHByê kirin û di wan da delîl û belgeyên tezên me yên em îdia dikin hene."

 "Biryarên Lijneya Bilind a Hilbijartinê me hemûyan eleqedar dikin. Lê li holê gumanek heye û me nekarî ku em vê gumanê ji holê rakin. Hê sererastkirina xetayên madî, jimartina dengên betal û tenê ji sedî 10ê hemû dengan hatiye jimartin, ev ferq ji 29 hezaran heta 13 hezar û 900î kêm bû. Em îdia dikin ku heke ev hemû bihatana hejmartin yan jî pêngavên ku dê van gumanan ji holê rakin bihatana avêtin reqamên me rast bûn û encama vê hilbijartinê dê di lehê me da bûya."AA

Dîroka nûkirinê: 18 Nîsan 2019, 17:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE