Ji Altun bo "îdiayên dê ji bo penaberên Efxan navend were avakirin" daxuyanî

"Bêyî ku peyveke gotarê bixwînin, ev derew kirin nav lapê xwe û êrîşî hikûmeta me kirin. Bêyî ku eslê bûyerê binihêrin, bi ruh û can hewl dan ku vê îftirayê belav bikin"

Ji Altun bo "îdiayên dê ji bo penaberên Efxan navend were avakirin" daxuyanî

 Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettin Altun ji bo nûçeyên çapemeniya Îngiltereyê yên îdia dikin ku seba penaberên Efxan dê li Tirkiyeyê navenda serîlêdana penaberiyê were vekirin, wiha axivî, "Wezareta me ya Karên Derva bilez daxuyanî da û destnîşan kir, yên tên gotin ne rast in. Lêbelê mixabin mixalefet di derew û îftirayê da pêkutiyê dike. Careke din jî em bînin ziman, daxwazeke wiha tuneye, heger daxwaz were kirin jî em ê tu wextî qebûl nekin."

Altun di parvekirina li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da destnîşan kir ku îdiayên navborî herkes şaş û metel kir.

Altun bal kişand, careke din ew rastî derket holê, dezenformasyona ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan jê ra dibêje "terora derewan", ka çiqas wêrankar e û wiha dewam kir:

"Ka çi bû, werin em tev lê binihêrin: Wezîrê Parastina Îngiltereyê Wallace ji bo Mail On Sunday der heqê Efxanistanê da gotarek nivîsî. Di gotarê da hevoka 'We will establish a series of processing hubs across the region outside Afghanistan for those Afghans we have an obligation to bring to this country' derbas dibe.

Wate Wallace di gotara xwe da dibêje, 'Ji bo Efxanên ku em mecbûr in bînin Îngiltereyê em ê li dervayî Efxanistanê çend navendan ava bikin.' Di tu dereke gotarê da Tirkiye derbas nabe û qesda wê jî nayê kirin."

Altun bal kişand, gotara Wezîrê Îngiliz ji hêla hin saziyên medyayê yên biyanî yên dijî Tirkiyeyê hat berevajîkirin û gotar wekî "Li Îngiltere, Pakistan û Tirkiyeyê navendên penaberiyê dê bên avakirin" hat pêşkêşkirin ku Wezîrê Parastina Îngiltereyê Wallace bi tu awayî nabêje "Tirkiye".

Altun diyar kir, mixalefeta li Tirkiyeyê zû bi zû xwedî li vê berevajîkirina mexsûs derket û wiha dewam kir:

"Bêyî ku peyveke gotarê bixwînin, ev derew kirin nav lapê xwe û êrîşî hikûmeta me kirin. Bêyî ku eslê bûyerê binihêrin, bi ruh û can hewl dan ku vê îftirayê belav bikin. Wezareta me ya Karên Derva bilez daxuyanî da û destnîşan kir, yên tên gotin ne rast in. Lêbelê mixabin mixalefet di derew û îftirayê da pêkutiyê dike. Careke din jî em bînin ziman, daxwazeke wiha tuneye, heger daxwaz were kirin jî em ê tu wextî qebûl nekin. Derew xirab e, derew xeternak e. Yên ku ji derewê hêvî dikin, em ji wan ra dibêjin ku mirov li ser xeta derewan nikare bimeşe, bi tenê mirov rezîl dibe. Em di her şert û mercî da rast, rastî, heq û heqîqetê bêjin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE