Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun ragihand, ew çawa ku nahêlin terorîstên PKKyî serê xwe bilind bikin, wisa jî ew ê firsendê nedin piştgirên terorê.
Altun li ser hesabê xwe yê medyaya civakî der heqê Operasyona Pencik Kilîtê ku Artêşa Tirkiyeyê li bakurê Iraqê herêmên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê dijî hedefên terorîstan da destpêkirin da daxuyanî da.
Altun diyar kir, bi Operasyona Pencik Kilîtê ya ku Artêşa Tirkiyeyê li bakurê Iraqê dike, hêlînên terorê tên serobinokirin û wiha dewam kir: "Çawa ku em nahêlin terorîstên PKKyî serê xwe bilind bikin, wisa jî em ê firsendê nedin piştgirên terorê jî. Em stratejiya xwe ya 'di cî da tunekirina terorê' ku Serokomarê me çarçoweya wê xêz kiriye, dimeşînin û têkoşîna xwe bi hemû rêxistinên terorê ra ku qestî milletê me dikin, bê navber didomînin. Xwedê alîkarê eskerên me be."
AA