Ji Bavê Emirhan Yalçinê bo bûyerên li Altindagê banga yekîtiyê

Bavê Emirhan Yalçinê li Enqereyê di şerê bi kêr da can da ji bo bûyerên li Altindagê banga yekîtiyê

Ji Bavê Emirhan Yalçinê bo bûyerên li Altindagê banga yekîtiyê

 Osman Yaziciyê di konê şînê yê ku li kuçeya mala wî lê ye da ji bo wefata kurê wî vegirtine daxuyanî da nûçegihanê AAyê.

Yalçin destnîşan kir ku piştî wefata kurê xwe daxuyaniya ku wî dabû ji alî saziyeke çapemeniyê va çewt hatiye weşandin û wiha domand: "Ez bavê şehîdekî me û min ew yek layiqê xwe nedît. Roja ku ez bi derew xeber bidim ew roj e ku min winda kiriye. Ez her gav li cem rastiyê me. Bila dewleta min hebe."

Yalçin destnîşan kir ku Waliyê Enqereyê Vasîp Şahîn, Qeymeqamê Altindagê Cumalî Atîlla, Şaredarê Altindagê Asim Balci û hêzên ewlehiyê ew bi tenê nehiştin û wiha domand: "Ne Emirhanekî min bi hezaran Emirhanê min hebin jî dîsa bila qurban bin. Emirhanê min ji bo parastina malê Tirk şehîd ket. Ji ber ku kurekî minê wiha hebû ez gelek serbilind im û helal be ji kurê min ra."

Yalçin ji bo yekîtiyê bangî welatiyan kir û got: "Divê em hemû bibin yek û ji yekîtiyê hebûn dertê. Dewleta me gelekî mezin e. Heke dewlet hebe em hene. Dibe ku min xelet jî xeberdabe. Derdê min heye. Lê ji roja ku min çavê xwe vekiriye heya niha dewleta min her tim li cem min bûye."

Bekîr Acielmayê xalê Emirhan Yalçin jî der barê bûyerên qewimî da got: "Em naxwazin herin wesayîtên Sûriyeyiyan perçe bikin û li wan bixin. Em naxwazin tiştekî wiha bibe."

- Bûyer

Li parqeke Taxa Battalgaziya ser Altindaga navçeya Enqereyê 11ê tebaxê roja çarşemê di navbera du koman da şer derketibû û Emirhan Yalçin û Alî Yasîn Guler birîndar bûbûn.

Ji birîndaran Emirhan Yalçin digel mudaxeleya ekîbên tenduristiyê bi ser xwe va nehat û wefat kir.

Ji ber wefata Yalçin li Altindagê çalakî hatin kirin û hin bûyer derketibûn û ji kesên zirar dabûn û li ser medyaya civakî peyamên tevlihevkirinê weşandibûn 76 kes hatin binçavkirin.

Hatibû gotin ku di nav kesên hatine binçavkirin da 38 kes ji ber meriv birîndar kirin, dizî û hişbir firotinê sûcdar in û qeydên wan hene.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE