"Ji ber îhtimala êrîş û binpêkirinên rejimê em ê her dem amade bin"

"Armanca me ew e li Sûriyeyê li gor biryara 2254an ya Konseya Ewlehiya NYê pêvajoya siyasî bikin dewrê û şerê navxweyî biqedînin."

"Ji ber îhtimala êrîş û binpêkirinên rejimê em ê her dem amade bin"

 Serokomarê Turkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan der heqê agirbesta ku Turkiye û Rûsyayê ji bo Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê li serê li hev kirin da got: "Ji ber îhtimala êrîş û binpêkirinên rejimê em ê her dem amade bin. Me biryardariya xwe ya di vê mijarê da di hefteyek dawîn da bi zirar û ziyana da rejimê va awayek baş nîşan da."

Serokomarê Turkiyeyê Erdogan piştî hevdîtinên xwe yên li Rûsyayê dema zivirî welêt di balafirê da pirsên rojnamegeran bersivand, nirxandin kir û qala hevdîtina bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladirmir Putîn ra kir. Erdogan destnîşan kir ku ji bo wan xala sereke Îdlib bû lê wan qala rûdanên li Libyayê pêk tên jî kirin û wiha domand: "Bi Federasyona Rûsyayê ra di qadên aborî, bazirganî, pîşe, turîzm û vejenê da gelek têkîliyên me hene. Tevlî van mijaran em li ser mijarên din jî sekinîn û Birêz Pûtîn jî vexwendî Civîna Konseya Stratejîk a di Asta Jor da ku wê welatê me bibe serî kir."

Di rojeva Serokomar Erdogan da agirbesta li Îdlibê jî cih girt û wî got: "Ji ber îhtimala êrîş û binpêkirinên rejimê em ê her dem amade bin."

Der barê ciyên çavdêriyê yên li Îdlibê da jî Erdogan wiha pê da çû: "Hemû wê wekî niha bên parastin. Vê gavê tu guherîn tuneye." 

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku armanca wan ew e li Sûriyeyê biryara 2254an ya Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (NY) pêvajoya siyasî bikin dewrê û dawî li şerê navxweyî bînin û wiha domand: "Îdlib mijara di navbera Rûsya û Turkiyeyê da nîne. Li vê derê li hemberî me Rûsya tune, li vê derê li hemberî me rejim heye. Heke li gava agirbestê û îmzeyên hatin avêtin xwedî derkevin înşallah mijarê li ser bingeheka baş rûnê."

Serokomar Erdogan bal kişand ser îdiayên der heqê S-400an da û wiha pê da çû: "Me bi piraniya S400an teslîm hildane. Hemû di destê me da ne. Ji meha Nîsanê pê va jî wê bikevin dewrê." 

 Di axaftina xwe da Serokomar Erdogan welatên Yekîtiya Ewropayê rexne kir û muameleya li hemberî penaberan dibin serî mînak nîşan da û got: "Mixabin Rojava durû ye. Demildest sozê dayîna 700 milyon ewro dan Yewnanistanê. Dev ji 700 milyon ewroyî berdin Şansolyeyê ji me ra behsa 25 milyon ewro kir, lê mixabin hê deng derneketiye. Wextê me tune vê demê bi Yewnanistanê ra nîqaşan bikin, ew kara temam bû. Penaber hetanî ku dikarin ew ê herin, bi zorê ji welêt dernaxin. Esas eleqeya Yekîtiya Ewropayê bi bûyera Îdlibê ra tuneye. Dixwazin jê îstifade bikin lê di mijara parvekirina bar da tunene."

Di mijara Libyayê da jî Serokomar Erdgona ku got ku ew hêvîdare û wiha dewam kir: "Fikra min ew e ku Putînê di mijara Wagnerê da gava erênî biavêje. Hêviya me ew e ku pêvajoya Libyayê jî wekî duh êvarê bigihêje encamê."

Ji bo pirsên ku karê Turkiyeyê li Sûriyeyê çiye jî Erdogan got: "Me çawa ku di 15ê Tîrmehê da li dijî FETOyiyên derbekar welatê xwe parast, em ji ber heman sedemê li Sûriyeyê ne."

Serokomar Erdogan bal kişand ser şerê li Meclisê ku qewimî û got: "Ne qanûn ne jî edetên me rê didin ku heqaretên bêedeb li Serokomarê Komara Turkiyeyê bikin. Dibê asta siyaseta Tirk ewqasî daneketa. Dibê serokê partiya kesê ku ewqasî daket endam e jê hesab bipirse."AA

Dîroka nûkirinê: 06 Adar 2020, 15:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE